Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 106’emîn de ye
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, rûxme hemû binçavkirin, girtin û zextên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê jî bênavber didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, bênavber di roja xwe ya 106’emîn de berdewam dike. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka serhildanê heta vê kêliyê jî bi binçavkirin, girtin, tundî, eşkence, gef û dayîna cezayên girtîgehê hewil dide serhildana şoreşgerî ya gelên Îran û Rojhilata Kurdistanê bitepisîne. Her wiha Komeleya Sînemakarên Serbixwe yên Îranê daxuyaniyek weşand û daxwaz ji saziyên cîhanî yên sînemayê kir ku festîvala fîlmên Fecrê boykot bikin û di gihandina peyama “Jin Jiyan Azadî” de li kêleka şoreşgerên Îranê bin.
Nivîskara Tebrîzî Sonia Rahmanzadeh hat girtin
Nivîskara Blogê ya Tebrîzî Sonia (Sona) Rahmanzadeh, 18’ê Kanûnê di xwepêşandanên seranserê welat de encama serdêgirtina mala xwe ya ji aliyê hezên ewlehiyê ve hat girtin û birin cihekî nayê zanîn. Derbarê çarenivîsa wê û sedema girtina wê tawanên li ser hemwelatiyê Tebrîzê hatine avêtin de tu agahî nehatin bidest xistin.
Shahla Jahanbin hat berdan, Mehroosh Tafîan hat girtin
Bi kefaleta 2 milyar tûmenî berdana demkî ya çalakvana civaka sivîl Shahla Jahanbin re hevdem rojnamevan û çalakvana medyayê ya Hûzistanê Mehroosh Tafîan bi sûcdariya “li dijî rejîmê propaganda” mehkûmê salek cezayê girtîgehê û cezayên din ên girtîgehê hat kirin.
Çalakvana civaka sivîl, girtiyê siyasî ya berê û îmzekara nameya dest ji kar berdana Elî Hamaney Shahla Jahanbin, di 14’ê Kanûnê xwepêşandanên seranserî de encama serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin, bi kefaleta 2 milyar Tûmenî bi awayekî demkî hat berdan. Hêzên ewlehiyê di dema girtina wê de dest danîn ser telefona wê ya destan û tiştên wê yên şexsî.
Bi berdana Shahla Jahanbin re, rojnamevan û çalakvana medyayê ya Hûzistanê Mehroosh Tafîan, ji aliyê Şaxa 1’an ya Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê ve mehkûmê salek cezayê girtîgehê û 2 sal cezayê qedexekirinê “li dijî dewletê propaganda” hat kirin.
Banga boykotkirina Festîvala Fecrê
Komeleya Sînemakarên Serbixwe yên Îranê bi daxuyaniyek ku daxwaz ji saziyên cîhanî yên sînemayê kir ku bi boykotkirina festîvala fîlmên Fecrê û gihandina peyama “Jin Jiyan Azadî” li kêleka şoreşgerên Îranê bin. Komeleya Sînemakarên Serbixwe yên Îranê daxuyaniyek ku diyar dike Komara Îslamê bi li darxistina festîvala Fîlma Fecrê dixwaze “xwîna dihêrike veşêr e” weşand û bang li festîval û rêxistinên fîlman li seranserê cîhanê kir ku festîvalê boykot bikin, fêlbaziya propagandaya rejîmê eşkere dikin û peyama "Jin Jiyan Azadî" ji cîhanê re radigihin.
Komeleya Sînemagerên Serbixwe ya Îranê ya balkişand li ser dijmînahiya ramanê ya Komara Îslamî yê bi sansûrkirina fîlman, fîlmçêkeran bi qedexekirin, sirgûnkirin û avêtina girtîgehê, da zanîn ku Festîvala Fecrê perçeyek polîtîlayên çandî yên zordar ên hikumeta Komara Îslamî ye.
Di daxuyaniya ku hate diyar kirin di xwepêşandanên seranserê welat de zarok jî di nav de zêdetirî 500 kes hatine qetilkirin û wiha hat gotin: “Festîvala Fîlma Fecrê dixwaze xwîna xwepêşandanen zarok, jin û ciwanên Îranê yê dihêrike veşêre.Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku Festîvala Fîlm a Fecr bê boykotkirin.