Di sala 2022'yan de Efrîn
Salek din li ser dagrikeriya li ser Efrînê derbas bû, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di nav salê de dom kir. Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê di nav salê de 13 jin hatin qetilkirin, 46 jin hatin revandin.

HESNA MIHEMED
Şehba – Li Efrînê ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hat dagirkirin rojane kiryarên dermirovî yên li dijî jinan û gelan tên jiyîn. Li gorî bilançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya sala 2022'an 33 welatî di nav de 13 jin hatine qetilkirin, 46 jê jin 526 kes nav de hatine revandin, 9 şûnwarên dîrokî rastî kiryarên dagirkeriyê hatine, bi armanca guhertina demografîk a herêmê zêdetirî 16 yekîneyên niştecihî hatine bicihkirin. Ev yekîneyên niştecihî ji aliyê piştgiriya komeleyên Tirkiye, Qeter û Kuweytê ve bi taybetî komeleya Qeter-Tirkiye û Filistînê hatine bicihkirin.
Welatiyên ku rastî erîşên devleta Tirk hatine
Li gorî belegeyan welatiyên li Efrînê rastî kiryarên xirab hatine hin ji wan navê wan hatin eşkerekirin ev in; Hêvlan Reşîd Memî Cebo 25 salî ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsa Efrînê ye. Henîfa Musa Olo ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewaya Efrînê ye, Rîhanê Omer Mihemed 70 salî ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Nisrîn Mihemed Weqas 30 salî ye, Ruqeye Mustafa, Hêvîn Hemîd Eletûna, Rûhat Îbo 24 salî ye, zaroka bi navê Kewkeb Elî, Xêriyê Mihemed Mûsa 40 salî ye, Xedîce Oso, Esiye Ehmed Heyder, Firyel Hesen Hesen 52 salî, Mune Mikewêm Omer 45 salî, Esiye Hisên Musa 60 salî, Hêvîn Mihemed Elî 18 salî, Hemxwîde Mihemed Mustafa, Nêvîn Behrî Kêfo, Fatimê Mihemed Nûr Kêfo, Civîn Ehmed û Hêvîn Tarî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Ji xeynî van jî bi dehan jin rojane bi kiryarên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin.
Êrişên li ser şûnwarên dîrokî
Endama Rêxistina MAfên Mirovan a Efrînê Cihên dîrokî û şûnwarên Efrînê; li gorî malpera Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê navê hin cihên dîrokî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve di sala 2022'an de hatine talankirin hatin eşkerekirin. Ziyareta olî ya bi navê Şêx Mûsa, Tepeya Cûmkê, Girê Qîbar, Girê Maratê, ziyareta olî Şêx Mihemed li gundê Miskê, ziyareta olî Şêx Elî li Basûfanê, Dêra Beradê, Dêra Gundê Kîmarê.
Rojane welatiyên Efrînê bi kiryarên dagirkeriyê re rûbirû dimînin
Rûşîn Hido di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tên meşandin û got: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve heta niha, kiryarên xwe li ser sivîl û xwezayê didomînin. Mirov li Efrînê tên revandin, kuştin û tecewizkirin. Bi taybetî jin rojane rastî kiryarên dijmirovî ji aliyê çete û îstixbaratên Tirkiyeyê ve tên. Di heman demê de cihên dîrokî û kevnşopiya Efrînê jî tên binpêkirin. Ev binpêkirin li gor raporên navdewletî ku derketine weke sûcên şer tên binavkirin. Her wiha dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê jî bide guhertin ew jî bêhtirî 400 hezar kes ji herêmên din li Efrînê bi cih kirine. Armanc bi van kiryaran ew e ku reseniya herêmê bide guhertin û civaka Kurd li wan deran bide qirkirin."
13 jin hatine qetilkirin û 46 jin hatine revandin
Rûşîn Hido di nava axaftina xwe de behsa daneyên ku di sala 2022'an de ketine destên wan kir û wiha got: "Ji destpêka sala 2022'an ve kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta îro ranewestiyane. Li gorî bîlanço belgeyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi dest xistine di nava salekê de heya dawiya meha Mijdarê 526 kes di nav de 46 jin hatine revandin, avêtine girtîgehan û piranî çarenûsa wan ne diyar e. 33 kes di nav de 13 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 35 hezar dar hatine qutkirin, di nav de darên bi berhem weke zeytûn. Zêdetirî 6 hiktar ji daran hatin şewitandin. Yekîneyên niştecihî jî zêdetirî 16 hatine girtin û bi dehan cihên dîrokî hatine talankirin."
‘Li hemberî kiryarên ku tên meşandin xwedî helwest bin’
Di dawiyê de Rûşîn Hido bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û wiha dawî li axaftian xwe anî: "Banga me ji tevahî cîhan û rêxistinên navneteweyî re ew e ku kiryarên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete ve tên kirin rawestînin û bi erkên xwe li hember van kiryaran rabin.”