‘Êrîşa li dijî jinên Kurd nîşaneya tirsa dijmin e’

Endama Komîteya Jîneolojî ya Mexmurê Songul Guler der barê komkujiya duyemîn a Parîsê û bêdengiya hikumeta Fransayê de axîvî, bal kişand li ser bêdengiya hikumeta Fransa û got, “Bêdengî nîşaneya hevkariyê ye.”

BERJÎN KARA

Mexmûr –23’ê Kanûnê li dijî navenda çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransa Parîsê êrişa çekdarî pêk hat. Di encama erîşê  de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Welatparêz Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Bertekên li dijî qetlîamê li seranserî Cîhanê û Kurdistanê berdewam dikin. Endama komîteya jîneolojî ya Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmurê) Songul Guler der barê komkujiya duyemîn Parîsê axîvî û got, “Hikumeta Fransa beriya deh salan jî bêdeng bû aniha jî bêdeng e ev jî destnîşan dike ku hewkariya vê komkujiyê ne.”

‘Bêdengî diyar dike ku ew jî hevkarê komkujiyê ne’

Songul Guler di destpêka axaftina xwe de bêdengiya hikumeta Fransayê şermezar kir, destnîşan kir ku cara duyemîn li parîsê hemberî tekoşerên jinên kurd komkujî pêk tê  û wiha got: “Beriya deh salan dîsa li Parîsê, komkujiyekî li beramberî Kurda rû dabû. Divê komkujiyê de heval Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd ketibûn lê ev bûyer hîn ne hatiye zelal kirin, hîn jî dewleta Fransa bersivek cih de ne daye, piştî deh sala dîsa li Parîsa Fransayê ev qetlîam xwe dubare kir. Tiştê ku  guman ava dike ew e ku li cihek wekî Ewrupa bi taybet Fransa ku dibêjin em demokrat in, em wekheviyê diparêzin, em mafê mirovan diparêzin lê tu meyze dikî komkujiyek li beramberî hem gelê Kurd hem jî jina Kurd tê pêkanîn. Ger tiliya hikumeta Fransa di nav her du qetlîaman nîne çima eşkere nakin. Kiryarê buyera beriya deh salan hat girtin lê bi şêweyek guman gotin ji ber nexweşiyê miriye. Hîn ev buyer zelel nebuye, qetlîama duyem di navenda Parîsê de ru da. Çima hikumeta Fransa heya niha bêdeng maye, ev bêdengî diyar dike ku ew jî hevkarên vê buyerê ne.”

‘Em ji rewşa Rêber APO bi guman in’

Songul Guler destnîşankir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemu gelê Kurd e û destnîşan kir ku  bi tecritkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin destkeftiyên gelê Kurd û tevgera Kurd ji holê rakin û wiha dom kir: “Dixwazin dengê Rêber Apo qut bikin da ku xwe negihîne gel û tevgera azadiyê. Ev 22 meh e tu agahî ji Rêber APO nayê girtin, rewşa wî ya tendûristî, çawa ye em nizanin. Ne  gelê Kurd, ne dostên gelê Kurd, ne rewşenbîr û tevgera PKK’ê tu agahî ji Rêber APO nagirin. Em hemû ji ber rewşa Rêber Apo di nav gumanan de ne. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê û gelê Kurd tine bikin. Hikumeta AKP-MHP dixwazin sala 2023’an bi xwîna gelê Kurd carekî deshilata  xwe ava bike. Êdî gelê Kurd xwedî parti,  Serok, bîrdozi, pergal û rêxistin e, ji ber wê jî li beramberî qirkirin, tecrîd û qetlîaman em ê bi pêgava Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin û heya ku em Rêberê gelê Kurd rizgar nekin sekin ji me re nîn e.”

‘Şerekî bê exlaq û bê pîvan tê meşandin’

Songul Guler bal kişand ser  bikaranîna çekên kimyeyî ya dewleta Tirk û bibîrxist ku şerê ku dewleta tirk li hemberî gerîlayên azadiyê dide meşandin bê exlaq e û wiha pêl da gotinê xwe: “Ji meha Nîsanê ve li Başûrê Kurdistanê û li qadên parastina medya şerekî pir dijwar tê meşandin heya van kêliyan jî şer ne rawestaye. Li beramberî Tevgera Azadî yê şerekî bê exlaq û bê pîvan tê meşandin. Dewleta Tirkiyê, hikumeta AKP-MHP’ê ji bo ku binkeftina xwe binixumîne çekên kimyewî bi kar tine. Di encama êrişên kîmyewî de 17 hevalên me hatin şehîd xistin, cardin 11 hevalên me hatin şehîd xistin. Divê hemu gelê Kurd, dostên Kurd yên ku dibêjin em xwedî wijdan in li beramberî vê yekê bisekinin û helwestên xwe bînin ziman.”

‘Jina kurd mohra xwe li sedsala 21’emîn xist’

Songul Guler destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê jinên xwedî zanist hedef digre û bi van gotinan balkişand li ser êrişên li dijî jinên pêşeng: “Çima jin tên hedef girtin, ev 5 hezar sal e pergalek ya baviksalarî hatiye ava kirin. Ev pergal bi xwîn,  qetlîam,  dagirkerî û bi talanê hat avakirin, bi vê pergalê jinê ji sehna jiyanê derxistin û kirin nav çar dîwaran. Di sedsala 20-21’an jina Kurd 40 salên dawî pêşengî ji tekoşîna jinên cihanê kir. Di şexsê Sara, Leyla, Delal, Zîlan û Bêrîtanan mohra xwe li serdemê xist. Têkoşîn û îrada jina Kurd tirs û xof xistiye nav dilê hikumeta AKP-MHP’ê û pergala baviksalarî. Dizane ger jin bibe xwedî îrade û nasname wê pergala wan were ruxandin. Ji bo wê jî jina zanist, rêxistinkirî, xwedî îrade, napejirîne û hedef digire. Mînaka herî ber çav qetilkirina Nagîhan Akarsel û Evîn Goyî ye. Ev herdu qetlîam heman zîhniyet û ji heman cihî derketiye, berpirsyarê vê dewleta Tirkiye û hikumeta AKP-MHP ye. Divê gelê Kurd em vê yekê tu caran ji bîr nekin, pêwîste wek gelê Kurd û jinên Kurd şerê gelê şoreşgerî bi awayek zanist rêxistin bikin û li beramberî her cûre erîşan bisekinin.”