Semra Guzel: Di şexsê min de rastiya gelê Kurd tê darizandin

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel ku danişîna wê hat dîtin, wiha got: “Di şexsê min de rastiya gelê Kurd tê darizandin.” Piştî parastinan heyeta dadgehê danişîn taloqî 14'ê Tîrmehê kir.

Enqere – 3’emîn danişîna doza Parlamentera HDP'ê Semra Guzel ku piştî hin wêneyên ku di dosyaya lêpirsînê ya di sala 2017’an de ji çapemeniyê re hatibûn belav kirin, li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Enqereyê hat dîtin. Semra Guzel ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û parêzerên wê jî amade bûn.

Di 3'emîn celseya rûniştinê de piştî tespîta nasnameyê Semra Guzel ji bo parastina xwe mafê axaftinê girt.

Semra Guzel bal kişand ser erdheja Mereşê û got wê gelekî dixwest ku li Mereşê li ba gel ba. Semra Guzel da zanîn berpirsên vê yekê nayên darizandin û got ger ne sîstem û nelirêtiyên vê sîstemê ba wê ev tiş neqewimiyan.

Her wiha Semra Guzel got: "Ya tê darizandin rastiya gelê kurd û daxwazên gel in. Sedema girtinan yek jê hilbijartin e. Ev berhema zihniyeta yekperest e. "

Meqama dozgeriyê biryara dewamiya girtina Semra Guzel da.

Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ev doz bi kampanyaya linçê ya siyasî hatiye vekirin û got ji bo darizandineke adîlane divê muwekîla wê bê berdan.

Danişîn taloqî 14'ê Tîrmehê hat kirin

Heyeta dadgehê biryar da ku li şahid Huseyin Dogan di pêvajoya pêş de bê guhdarkirin û biryara berdewamiya girtina Semrayê Guzel da.