Semîra Mihemed Elî: Bi şoreşê re qedera Kurdistanê guherî

Semîra Mihemed Elî ya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, diyar kir bi şoreşê re çarenûsa gelê Kurd guherî û destnîşan kir ku hêvî û armancên 29 serhildanên di dîroka gelê Kurd de hatin jiyîn, pêkhat.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di dîroka gelê Kurd de 28 serhildanên cuda pêkhatin, lê Kurdan di van serhildanan de nekarîn bigihêjin armanca xwe. Di sedsalên 19 û 20’an de neserkeftîbûna serhildanên gelê Kurd, xwe dispêre gelek sedeman. Di nava sedemên sereke yên vê yekê de kêmbûna kesên xwedî taybetmendiyên rêveberî, analîz û rêberiyê ye. Dijminatî, îxanet û piştgiriya vê xiyaneta li hemberî Kurdan jî ji di nava sedemên têkçûnê de tê hesibandin.

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat avakirin, rewşa gelê Kurd bi tevahî guherî. Tevgera Azadiya Kurdistanê, wek serhildana 29’emîn a gelê Kurd tê pênase kirin. Yek ji pirsgirêkên sereke yên neserkeftîbûna serhildanên berê nebûna bîrdoziyek ku tevahiya civakê temsîl bike bû. Ji ber vê sedemê Abdullah Ocalan di serî de pêkhatina rêxistinî, stratejî û îdeolojiya ku nêzîkatiyên di qada demokratîkbûn û rizgariya civakê de pênase dike, ava kiriye.

Heta jin azad nebe civak jî nikare azad bibe’

Jinên Kurd di dîroka gelê Kurd de û di hemû serhildanên hatin pêkanîn de roleke girîng lîstin û fedakariyek mezin nîşan dan. Jin bi berxwedana xwe derketin pêş. Lê wek encamek baviksalarî qehramaniya jinan di siya mêran de ma û keda jinê hate veşartin. Navên wek Besê, Zarîfe, Leyla Qasim, Meryem Xan, Mestûre, Rinde Xan, Fata Reş û bi sedan jinên din pêşengiya serhildanan kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê vê mijarê de vê nirxandine dike: “Azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe. Heta jin azad nebe civak jî nikare azad bibe.”

Şoreş 11 sal in berdewam dike

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê şoreşek teqiya. Şoreşa ku di gelek qadên wek rêxistin, bîrdozî, parastin, siyaset û hwd de amedekariya vê hate kirin, armanc, xewn û hêviyên 28 serhildanên pêkatin, hembêz kir. Avakirina Şoreşa Rojava 11 sal in berdewam dike. Lewma ev şoreş wek şoreş û serhildana herî dirêj a di dîroka gelê Kurd de pênase kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo kêmasî û qelsiyên berê dubare nebin, li gorî îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevdigerin. Sê prensîbên bingehîn ya Projeya Neteweya Demokratîk heye. Azadiya Jinê, Demokrasî û Ekolojî ye. Projeya Neteweya Demokratîk 11 sal in li axên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê tê meşandin. Ji serpêhatiyên hatine jiyîn derdikeve holê ku ev pergal ji bo gelê Kurd û hemû gelên li herêmê dijîn pergala herî baş û kêrhatî ye.

Şoreşa neolîtîkê ku li Kurdistanê pêşket, dîrok û çanda jinan e. Hilalê Zêrîn ku dergûşa şoreşa jinê ye, îro şoreşa jinê ya duyemîn hembêz dike. Li erdnîgariya ku jin xwedawend bû û desthilatdariya hiyerarşîk û dewleta-mêr hebû, dîroka jinê ji holê rabû. Niha bi Şoreşa Rojava re jin; Bi nîşandana têkoşîn, qehremanî û keda xwe, dîrokê ji nû ve dinivîsin.

Berdevka Herêma Firatê Mala Jin Semîra Mihemed Elî dîroka jinê ya ku bi şoreşa Rojava re ji nû ve tê nivîsandin ji ajansa me re nirxand.

Dîroka serhildana Kurdan

Semîra Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka serhildana gelê Kurd û wiha got: "Lêgerîn, serhildan û îsyanên li ser axa Kurdistanê hatin jiyîn, xwedî nirxeke mezin e ku divê em her tim bînin rojevê. Dema em ji aliyê girêdana bi ax û nasnameya bînerin, mîrateyek me ya mezin heye. Helbet ger behsa serhildanên tevgerên Kurdan yên sedsalên dawî bên kirin, em ê sedemên avabûna serhildanan bibînin. Vê demê di şîrovekirina rastiyê civaka Kurd de pirsgirêkek hebû, gelo di vê demê de pêwîstî bi şoreşeke netewî hebû, yan jî pêwîstî bi nêrîneke siyasî ku li gorî rastiya Kurdistanê pêş bikeve hebû? Planek serhildanê ya guncaw tune bû ku Kurdistanek serbixwe ava bike û biafirîne. Rêveberî, derdorên siyasî û îdarî yên wê demê lawaz bûn. Ev rewş heta salên 70’î berdewam kir. Hêzên zilmkar her tim serhildanên gelê Kurd tepîsandin. Lê di nav civakê de têkildarî guhertina rewşa Kurdistanê hestek jî hebû.”

'Jin bûn hêza sereke'

Semîra Mihemed Elî serhildana 29’emîn ya gelê Kurd wiha vegot: “Tespîtên ku di serhildanên berê de nehatine kirin û rastiyên tunebûn hatin dîtin, qelsiyên serhildanên berê di Tevgera Azadiya Kurdistanê de hatin dest girtin. Ev tevger gavên radîkal avêtiye. Tevgera Azadiyê ji xeleka herî qels a civakê dest bi têkoşînê kir. Ev xal di qada zanistî de jî hatiye tespît kirin, ger xeleka qels bê xurtkirin û bikeve tevgerê dê serkeftin were bi dest xistin. Ango em dibînin ku êdî jin bûne hêza sereke ya tevger û şoreşa me. Jinan mohra xwe li her aliyê jiyanê xistin. Ger em li hemû qadên civakî, rêxistinî, siyasî, dîplomatîk û hwd binêrin, hebûna jinê li ber çavan e. Bi vê gavê re civak li ser yek lingê ranewestiya, berevajiyê wê yekbûnek pêkanî. Civak ji du zayendan pêk tê û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî di vê xalê de gav avêt. Em di vê hûnera rêveberiyê de taybetmendiyên jinên serkeftî yên bi axa xwe re girêdayî û serkeftî dibînin.”

'Çarenûsa Kurdistanê guherî'

Semîra Mihemed Elî bal kişand ser girîngî û wateya Projeya Neteweya Demokratîk û wiha axaftina xwe xelas dike: "Xala duyemîn a ku bû wesîleya parastina vê şoreşê de Projeya Neteweya Demokratîk e. Ev proje di nava xwe de gelek qadên wek siyasî, civakî, hiqûqî, çand, jin û hwd dihewîn e. Ji ber vê îro tenê gelê Kurd divê projeyê de cih nagre. Hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di vê projeyê de dibînin. Xebatên niha yên Rêveberiya Xweser li ser vê projeyê ye. Rojava yek ji berhemên sereke yên Şoreşa Kurdistanê ye û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Şoreş dest pê kir û piştre projeyek derket holê, ji aliyê civakê ve hat qebûlkirin û wek encam çarenûsa Kurdistanê guherî. Li gorî min mijara herî girîng a şoreşa me taybetmendiya em karibin mirovê azad derkevin holê ye.”