Komeleya Pêşxistina Jinên Çolwar ji bo wekheviya zayendî têdikoşe

Komeleya Pêşketina Jinên Çolwar ji sala 1987’an û vir ve ji pêşketina aborî bigire heta jiyana civakî di gelek waran de bi têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan û tundiya ku jinên li herêmên çolwar ên Filistînê dijîn piştgirî dide.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komeleya Pêşxistina Jinên Çolwar ji sala 1987’an vir ve li ser wekheviya zayendî li Filistînê dixebite, bi zêdetirî 3000 endam û 56 şaxên xwe projeyan ji bo pêşîlêgirtina tundî û cudakariya li dijî jin û keçan pêşdixe. 

Maha El-Mesrî, yek ji rêveberên Komeleya Pêşxistina Jinê ya Çolwar ya Şaxa Xezeyê ji bo hişyarkirina tundiyê di civakê de û bidawîkirina tundiya li ser jin û zarokan, her wiha piştgiriya derûnî û yasayî têdikoşe Maha El-Mesrî diyar kir ku divê di navbera jinan de têkiliyeke xurt bê avakirin.

44 kooperatîf hatin avakirin

Maha El-Mesrî bal kişand ser girîngiya agahdarkirin û parastina mafên jinên ku li çolwaran de dijîn û wiha got: "Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin mafên jinên ku li çolwaran dijîn û di civaka wan de jîngeheke piştgirî û dadmend ji wan re ava bikin. Armanca komeleya me ew e ku li çolteriyê tevgereke jinan a ku doza mafên xwe dike, ava bikin. Me bi avakirina 44 Koperatîfan û afirandina karên nû li dijî xizaniya jinan têkoşîn kir."

Tundî  hatiye belgekirin

Maha El-Mesrî diyar kir ku wan lêkolînek îstatîstîkî li ser jinên rastî şîdetê tên kirin û got, “Li ser rastiya tundiya zayendî me belge û agahî belav kirin. Lêkolînek girîng bû ku em asta tundiyê bibînin, ango rûbirûbûna wê." Maha El-Mesrî destnîşan kir ku ji bilî van qadan di qada siyasî de jî piştgirî didin jinan û ji bo tevlîbûna jinan di mekanîzmayên biryardanê de tevnên têkoşînê ava kirine.

'Em mêran perwerde dikin'

Maha El-Masrî, anî ziman ku jinan destpêkê nexwestin bên komeleyê, diyar kir ku li taxan kom bi kom civînan pêk tînin. Maha El-Mesrî, destnîşan kir ku jin ji ber pergala baviksalarî hîn jî nikarin ji malên xwe derkevin û wiha got: "Ji bo kêmkirina tundiya zayendî û guhertina bawerî û kevneşopiyên ku li ser jinan neheqî ne, em perwerdeyê didin mêran. Ya ku komeleya me cuda dike ev e."

Maha El-Mesrî destnîşan kir ku divê piştgirî bidin xebatên sivîl û di dawiyê de got ku divê di navbera rêxistinên jinan de têkiliyên xurt bên avakirin.