Namzeta Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez hate berdan

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez a ku di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê Suleyman Soylu ve hedef hat nîşandan, hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Ayten Donmez a di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk weke namzeta parlamanteriyê ya Kocaeliyê nîşan da, piştî Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu hedef nîşan dabû, hat girtin. Ayten Donmez a der barê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin, hat berdan.

Danişîna ewil a doza der barê Donmez de hatiye vekirin li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate dîtin. Ayten Donmez a der barê wê de heta 15 salan cezayê girtigehê hate xwestin, diyar kir ku kesa di wêneyên dosyayê de ne ew e û her du kesên din ên di wêneyî de cih digirin jî nas nake. Ayten Donmez bal kişand ku nexweşa penceşêrê ye û xwest were berdan.

Parêzerê wê diyar kir Ayten Donmez ji ber dişibe kesa di wêneyî de hatiye girtin û daxwaza berdana Ayten Donmez kir. Dadgehê, îhtîmala guherîna sûc, dema girtinê û rewşa delîlan li ber çavan girt û der barê Ayten Donmezê de bi şertê qedexeya derveyî Stenbol û welat biryara berdanê da. Dadgehê her wiha biryar da ku doza bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” der barê Ayten Donmez de hatiye vekirin, bi vê dosyayê re bibe yek.