Salek li ser qetilkirina Şilêr Resûlî derbas bû: Têkoşîn berdewam e

Şilêr Resûlî ya 36 salî û xelkê Merîwanê ye, berî salekê di roja 8’ê Îlona 2022’an de, dema ku xwest xwe ji hewldana destavêtinê ya cîranê xwe ku bi hinceta alîkariyê hatibû mala wê biparêze, xwe ji balkona mala xwe avêt û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Di ser qetilkirina Şilêr Resûlî ya 36 salî ku dayika du zarokan bû, li hemberî hewldana destavêtinê ya cîranê xwe ku bi hinceta alîkariyê hatibû mala wê, ji bo xwe biparêze, xwe ji balkona mala xwe avêtibû, salek derbas bû.

Di 8’ê Îlona 2022’an de, kurê Kasim Goran Kadrî yê ji gundê Naslê yê ser bi navçeya Serovabadê ya Merîwanê û bi hinceta nexweşî û nerehetiya hevjîna xwe ya ducanî ji Şilêr Resûlî ya 36 salî daxwaza alîkariyê kir. Şîler Resûlî ya Goran Kadrî girt mala xwe, piştî ku hewldana destavêtinê ya cîranê xwe ferq kir, xwe ji pencereya qata duyemîn avêt xwarê û ket komayê. Şilêr Resûlî ya ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Senendecê, di heman rojê de jiyana xwe ji dest da.

Qetilkirina Şilêr Resûlî bû sedema gelek bertekan û piştre çalakvanên jin li ber dadgeha Merîwanê kom bûn, daxwaza derxistina zagonên parastina jinan kirin.

Kiryarê qetilkirina Şilêr Resûlî Goran Qadirî, piştî ku nêzî salek di ser bûyerê re derbas bû, di 19`ê Tebaxa 2023’an de dozgeriya Merîwanê ragihand ku kiryarê vê dosyayê bi kuştina qestî hatiye mehkûmkirin û ev ceza li ser îtiraza malbatê ji bo lêkolînê ji nû ve sewqî dadgeha Îranê hat kirin.

Di bin siya desthilatdariya Îslamê ya li dijî jinan de her roj jin rastî heqaret û bêhurmetiyê tên û dawî li jiyana xwe tînin. Xweavêtina Şilêr Resûlî, qetilkirina Romina Das, lêdan û qetilkirina Jîna Emînî, kêr û şewat û darvekirina Mona ya li kolanan jiyana xwe didomand û bi hezaran jinên din wekî bûyerên trajîk her dem dubare dibin.

Têkoşîna jinan berdewam dike

Tevî ku salek di ser mirina Şilêr Resûlî de derbas bûye jî li Îranê çalakiyên nerazîbûnên berfireh ên li dijî tundiya li ser jinan, negirtina cezayê pêwîst ji bo kujerê Şilêr, nîşaneya qanûnên dijminatiya jinan e. Tevî ku Komara Îslamî ya binpêkirina mafên jinan û tundiya baviksalarî berdewam dike jî tekoşîna jinan û azadîxwazan a li hemberî vê cudakariya zayendî berdewam dike û piştî qetilkirina Şilêr qetilkirina Jîna Emînî û destpêka şoreşa jinan, ev tekoşîn berdewam dike. Vê şoreş û têkoşînê, bi şewazên cuda bingehên desthilatdariya otorîter hejand.