'Em ji bo perwerdehiyê banga rêxistinkirina dayik û bavan dikin’

HDP û Partiya Çepên Kesk, di sala nû ya perwerdeyê de ku milyonek xwendekarên keç ji dibistanê hatine durxistin û zarokên Kurd jî bi zimanê xwe ya dayikê perwerdehiyê nabînin de, bang li dayik û bav û mamosteyan kir.

Navenda Nûçeyan - Sala nû ya 2023-2024’an a perwerde û hînkariyê di 11’ê Îlonê de destpêdike. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Bajarê Stenbolê, ji bo nirxandina pirsgirêkên mamoste, xwendekar û dayik û bav ên têkildarî sala nû civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Kezban Konukçu, Çîçek Otlû û Celal Firat, Heseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk beşdarî civîna ku li avahiya qeymeqamtiyê ya HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hate li dar xistin bûn.

‘Zarokên keç ji dibistanê tên dûrxistin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Kezban Konukçu ya di civînê de axivî, diyar kir ku polîtîkaya bazirganiyê ya hikûmetê di hemû waran de afirandiye, di perwerde û hîndekariyê de jî tê meşandin û destnîşan kir ku dayik û bavên xwendekaran di vê demê de nikarin ji bo zarokên xwe budçeya perwerdehiyê veqetînin. Kezban Konukçu, da zanîn malbat nikarin leçûnên zarokên xwe yên kirtasiyeyê jî pêkbînin û pirsgirêkên di dibistana taybet de tên dijîn jî bi van gotinan parve kir:

“Di dibistanên taybet de mamosteyan, ji ber ku daxwazên xwe yên rêxistinbûna sendîkayî tînin ziman, bi kelepçeyên berovajî tên girtin. Dîsa ji ber avahiya civakî ya baviksalar, zarokên keç ji dibistanê tên dûrxistin. Îro milyonek zarokên keç ji dibistanê hatine dûrxistin. Pirsgirêka mamosteyên KHK’ê jî wek heyî radiweste û tu çareserî nehatiye pêşxistin. Ji 127 hezar û 292 serlêdanên mamosteyên ku di dema wezîfeya xwe de dixwestin vegerin ser karên xwe yên li Komîsyona Lêkolîna Rewşa Awarte hatibûn kirin, tenê 17 hezar û 960 hatine qebûl kirin.”

'Divê hemû kes bertek nîşanî projeya ÇEDES'ê bide'

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Celal Firat, balkişand hikûmetê di perwerde û hîndekariyê de doneyên olî zêde kiriye û wiha got: "Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya dersa olê ya mecbûrî jî, li welat perwerdehî hîn vegıherê li ser olî. Dema ku em dibêjin 'dersa mecbûrî ya olî bê rakirin’, bi projeya ÇEDES'ê ev rewş bi olî kirin re hîn zêdetir tê xwestin. Divê demil dest bi taybetî dayîk û bavên xwendekaran, hemû kes bertek nîşanî vê rewşê bidin.”

Banga rêxistinbûyin e

Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêka perwerdehiyê ya ku bi milyonan xwendekarên Kurd ên li Stenbolê pê re rû bi rû dimînin. Îlknûr Bîrol destnîşan kir ku astengkirin û qedexekirina perwerdehiya bi zimanê zimakî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha got: “Nedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat e. Em dîsa dibêjin; perwredehiya bi zimanê zikmakî vî welatî dabeş nake. Berevajî vê yekê wê welat demokratîk bike. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e. Divê rê li ber rêyên qanûnî ya zarokên kurd a bi kêfxweşî biçin dibistanê were vekirin. Divê rê li ber rêyên qanûnî yên perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin. Zarokên Kurd dixwazin bi zimanê ku perwerdehiyê bibinînin û serfiraz bimînin.”