‘Bila tu kes hestiyên ku di qutiyan de didin me ji bîr neke’

Nuriye Turan a ku cenazeyê kurê wê ji Goristana Xerzanê hat derxistin, birin Stenbolê û piştî 2 salan di hundirê qutiyê de radestî wê hat kirin, bi gotina “ji hestiyên me jî ditirsin” got ku zilma hatiye kirin dê tu caran neyê jibîrkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs- Li Kurdistanê şer bi salan e bi heman tundiyê berdewam dike, îşkenceya ku ji aliyê dewletê ve li dijî miriyan tê meşandin jî bi heman hovîtiyê didome. Dîmenek ku herî dawî ji Erziromê hat, rûyê qirêj ê şer careke din raxist ber çavan. Hestiyên Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ê HPG’î yê ku di êrîşa hewayî ya di sala 2020'an de li Sêrtê pêk hat de, tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan di hundirê qutiyê de radestî malbata wî hat kirin. Welatî û parêzvanên mafên mirovan ên ku bang li dewletê dikin dawî li vê hovîtiyê bîne, di heman demê de dixwazin di vê mijarê de bertekek bihêz jî bilind bibe. Heman wehşeta herî dawî jî di sala 2017’an de li Goristana Garzanê hat jiyîn. Yek ji şahidên wan rojan Nuriye Turan, bi gotina “Ji hestiyên me jî ditirsin” da zanîn ku êrîşên tên kirin nayên qebûlkirin.

Di bin peyarê de hatin definkirin

Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, di navbera 8 û 17'ê Kanûna 2017'an de rastî êrîşê hat û hat hilweşandin. Di roja 19’ê Kanûnê de 310 cenazeyên li goristanê û aîdê PKK’î yan bûn ji goristanê hatin derxistin. Cenazeyên ku demeke dirêj aqubeta wan nehat zanîn, bi daxuyaniya ku di 2'ê Çileya 2018'an de ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hat dayîn de hate hînbûn birine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Hin malbatên ku nimûmeya DNA'yê dan, cenazeyên xwe girtin. Malbatên ku cenazeyên xwe ji goristana bêkesan a Kilyosê girtin, diyar kiribûn ku xizmên wan di hundirê qutiyek de li binê peyarê hatine definkirin.

Çar caran hat definkirin!

Yek ji cenazeyên ku piştî ji Xerzanê hatin girtin li goristana bêkesan a Kilyosê hatin definkirin aîdî Fedakar Turan bû. Fedakar Turan ê di sala 1975'an de ji dayik bû, di sala 1993'an de tevlî PKK'ê bû. Ji cenazeyê Fedakar Turan ê di pevçûna heman salê derket de jiyana xwe ji dest da, rastî îşkenceyên li dijî mirovahiyê hat. Cenazeyê Fedakar Turan ê ji ber astengiyan ewilî li goristana gund hat definkirin, piştî 12 salan di sala 2015'an de anîn Goristana Xerzanê û hat definkirin. Cenazeêa ku 2 sal piştî definkirina wî, bi xerabûna Goristana Xerzanê birin Stenbolê, 2 salan jî li vir ma. Malbatê piştî dawiya têkoşîna xwe, di Kanûna 2019’an de cenazeyê wî dîtin û girtin. Dayik Nuriye Turan diyar kir ku cenazeyê xwe di hundirê qutiyek de girtine û hestiyên zarokê xwe yek bi yek xistin tabûtê, wiha got: "Ne Nemrûd ne jî yên din ji van hovtir nebûn."

Ji kêliya ewil heta roja dawî, her tim rastî qedexeyê hat!

Nuriye Turan a ku serpêhatiyên xwe yên wan rojan jiya bi gotinên "Ez çi bêjim, çi vebêjim dê kêm bimîne”, diyar kir ku sala kurê wê jiyana xwe ji dest da, ji ber astengiya leşkeran nikaribûn cenazeyê xwe bînin navendê û neçar man li gund defin bikin. Nuriye Turan bi van gotinan axaftina xwe domand: “Me wê demê cenazeyên zarokên xwe bi hespan anîn. Dewlet bi gotina “ew terorîst in” destûr neda ku bînin goristanê. Em jî neçar man li gundê herî nêz defin bikin. Di dema definkirinê de jî dora me hatibû dorpêçkirin. Bi salan cenazeyê kurê min li wir li gund ma. Piştre hevalên wî cenaze girtin û birin Xerzanê.”

'Ez bi salan têkoşiyam'

Nuriye Turan, da zanîn ku piştî hilweşandina goristana Xerzanê bi salan têkoşiyaye, li cenazeyê kurê xwe geriyaye û gelek caran mînakên xwînê daye û wiha got: "Bi kepçeyan goristana Xerzanê hilweşandin û cenazeyên me derxistin. Hemûyan xistin tûrikan û birin Stenbolê. Me digot qey cenazeyên me li vir li morgê ne, qet nehat bîra me li Stenbolê ne. Piştre dema ku ji me ra gotin werin xwînê bidin, ez 4 an jî 5 caran çûm min xwîn da. Ez bi tena serê xwe diçûm cem dozger. Piştî di dawiya salekî de nimûneya xwîna min derket, kurê min çû, ji Stenbolê cenazeyê me anî. Piştî vê yekê cenazeyê tu kesê nehat. Hê jî gelek cenaze li wê derê di bin pêyariya Kilyosê de veşartîne. Li vê derê cihek çêkirin, texteyek danîne ser û hestiyan xistine wê derê. Ji wê derê heta niha 50 cenaze jî derneketine, hemû li vir li Kilyosê man."

'Qutiyek dan destên me û gotin 'ev kurê we ye'

Nuriye Turan, diyar kir ku piştî ku nimûneya DNA’yê 2 sal şûnde derket holê, cenazeyê kurê xwe girtiye û anî ziman ku polîsên di wan rojan de goristan dorpêç kiribûn, destûr nedan gorê jî bikolin. Nuriye Turan, diyar kir ku qutiyên radestê malbatan kirine, bi gotina “Ev Kurê te ye” dane destê wê jî bi van gotinan domand:

“Dema cenazeyê kurê min hat vir, destûr nedan cenaze bibin cihekî. Min xwest biçim goristanê û gora kurê xwe bikolim, dema ez çûm goristanê jî polîsan em dorpêç kirin û gotin; 'Hûn nikarin li vir defin bikin.' Li vir destûr dan min lê li gel min ji malbatên din re ji ber ku ne yên li vir bûn destûr nedan. Min got mirov hestiyên xwe digrin û dibin û bertek nîşanî wan da, polîsan jî gotin 'Em jî wezîfedar in.’ Ma ev li gorî mirovahiyê ye? Piştî goristanê ez rabûm çûm li gel cenazeyê kurê xwe. Me cenaze girt û di bin dorpêçê de ji nû vê em çûn goristanê. Piştre me cenaze derxist. Qutiyek dan destên me û gotin 'Ev kurê we ye.' Heman qutiyên ku didin malbatan, dan destên min jî. Min û bavê wî qutî vekir û hestiyên wî yek bi yek xist nava tabûtê. Bila Xwedê ne heqê me ne jî heqê wan bihêle. Duh çi hat kirin, îro jî heman tişt kirin. Ne ew, ne jî hovîtiya wan neguherî. Bila tu van tiştên ku tên kirin ji bîr neke.”

'Ji hestiyên me jî ditirsin'

Nuriye Turan, destnîşan kir ku ew ê tu carî ne wan rojan û ne jî tiştên jiyane ji bîr neke û her dem hesab bipirse û wiha got: "Hûn bawer dikin, roja ku ji min re gotin goristana Xerzanê hatiye valakirin, ez bi tena serê rabûm û çûm wê der. Ez tu caran wan rojan ji bîr nakim, li wir hê saleke kurê min temam nebûbû. Em ê ne vî derdê, ne jî vê zilmê ji bîr nakin. Ma ji vê derdê zehmetir û mezintir çi heye? Kurê min çar caran hat definkirin. Ev dewleta hov, dijminatiya cenazeyên me jî dike. Dev ji cenaze berde ji hestiyên me jî ditirsin. Ma ev dewlet dewleteke misilman e? Di bin navê şerîetê de Kurdan dixapînin. Bi gotina misilmantî mirovan dixapînin. Lê li ser navê misilmaniyê tişta ku nekirin nema.”