Rûken Kiliç: Hişbir amûreke polîtîkayên şerê taybet e
Aktivîsta Platforma 'Şiyar Be' Rûken Kiliç anî ziman ku li Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye û got: "Hişbir amûreke polîtîkayên şerê taybet e. Neynika polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên ewlehîparêz e."
MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN
Wan – Li gorî daneyên Federasyona Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Cîhanê; hejmara kesên girêdayî madene di sala 2024’an de 10 milyon derbas kiribû, li gorî sala 2025’an nêzî 15 milyonan zêde bûye.
Li gorî Rapora madeyên Hişbirê a sala 2025’an, li Tirkiyeyê temenê destpêkirina hişbir 22 salî ye. Di raporê de derbarê zarokên di bin 18 salî de ku madeyên hişbir bi kar tînin an jî difroşin de, tu dane nehatine parvekirin.
Bikaranîn û firotina madeyên hişbir ku wekî pirsgirêkeke tevahiya cîhanê tê dîtin, li Kurdistanê di heman demê de wekî polîtîkayeke “şerê taybet” ketiye meriyetê.
Li Kurdistanê hişbir ji bilî ku bibe mijareke tenduristiyê, wekî “amûreke şer” hatiye bikaranîn. Hişbira ku wekî berhemeke polîtîkayeke bi zanîn hatiye belavkirin, bi taybetî ciwanên jin û mêr dike armanc, wan ji nasnameya wan a cewherî dûr bixe.
Armanca platforma şiyar be!
Li dijî bikaranîn û firotina madeyên hişbir ku li Kurdistanê di serî de ciwanan, tevahiya civakê dike armanc. Li Amedê di sala 2025’an de û bi pêşengiya saziyên demokratîk bi navê “Şiyar Be! Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê” hat avakirin.
Platforma ku piştî pêvajoyeke amadekariyê ya nêzî pênc mehan dest bi xebatên xwe kir, armanc dike ku hişmendiya civakî ya li dijî girêdana bi madeyên hişbir re zêde bike û li dijî sedemên vê pirsgirêkê têbikoşe.
Platforma ku têkoşîna li dijî hişbirê di bin du sernavan de dimeşîne, giranî dide ser xebatên parastin û pêşîlêgirtinê û xebatên taxan. Her wiha hewl dide ciwan û zarokan ji girêdana bi madeyên hişber ve dûr bixe. Platforma ku bi dînamîkên bajêr û pêkhateyên rêxistinên civaka sivîl hatiye avakirin, li ser bingeha dildariyê dixebite. Di nava platformê de sendîkavan, siyasetmedar, perwerdekar, esnaf, nûnerên partiyên siyasî û xebatkarên tenduristiyê hene. Platform heta niha li bajarên Mêrdîn, Amed, Wan û Şirnexê hatiye avakirin.
Platforma Şiyar Be! di heman demê de li gelek bajaran xwe bi rêxistin dike û herî dawî di 6’ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke ku li Amedê da, ragihand ku wan kampanyaya “Rabin” daye destpêkirin.
Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê û di heman demê de Endama Sendîkaya Karkerên Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Rûken Kiliç, der barê girêdana bi madeyên hişbir, firotina wê ya li Kurdistanê û xebatên platformê de ji nûçegihana ajansa me nirxandin kirin.
Madeyên hişbir krîzeke berfireh û “civakî”ye
Rûken Kiliç anî ziman ku girêdana madeyên hişbir û hwd. krîzeke berfireh û "civakî" ye ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike û diyar kir ku armanca avakirina platformê jî ji vir çêbûye û got: “Tenê wekî "girêdaniya madeyê" destgirtina vê mijarê dê kêm bimîne û gelek mînakên wekî "girêdana dîjîtal, girêdana qumara virtual, girêdana alkolê hene."
Rûken Kiliç di berfirehiya nirxandinên xwe de destnîşan kir ku armanca platformê avakirina hişmendiyê ye û got: "Girêdan ne pirsgirêkeke wisa ye ku bi navendeke rehabîlîtasyonê yan jî bi dermanan çareser bibe. Ne pirsgirêkeke wisa ye ku encameke zelal jê were girtin. Pêdivî heye ku hişmendiya vê yekê ava bibe. Girêdan pirsgirêkeke tenduristiya giştî ye. Gava ku dibe pirsgirêka tenduristiya giştî, tedbîrên parastinê hewce dike. Di xala çareseriya tedbîrên parastinê de jî divê pergala giştî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hemû dînamîkên civakê bibin yek da ku vê krîzê çareser bikin an jî kêm bikin.”
‘Ev rewş êdî veguheriye pîşesaziyê’
Rûken Kiliç destnîşan kir ku carna pirsgirêkên civakî dibin sedema girêdana bi madeyên hişbir re û girêdan jî pirsgirêkên nû derdixe holê û wiha pê de çû: “Girêdan ne şexsî ye. Sedema vê krîzê sîstematîk e. Di encamê de pirsgirêkên wekî bêparbûn û xizanî, pirsgirêkên aborî, koçberî, şer, erdhej û şewbê hene ku vê yekê ferz dikin. Ev yek dibe qadeke ku ferd wekî revê xwe dispêrê. Di encama bêparbûn û xizaniyê de rewşa dîtina madeyan wekî çareseriyê dibîne. Ji zaroktiyê ve rûbirûbûna zêde ya dîjîtalîzasyonê, girêdana bi medyaya dîjîtal re, di wextê xwe de dest pê dike ku pergala demarî bi rengekî giran diteqîne. Di encama vê de cîhanek derdikeve holê ku têra xwe, têra wê pergala demarî ya asêbûyî nake. Di vê cîhanê de jî li cihên ku qadên xweîfadekirinê lê nîn in, li cihên ku têrkeriya aborî, civakî û çandî lê nîn e, meyla ber bi madeyê ve di temenê zaroktiyê de zêde dibe. Zarok li dibistanê, li kolanê bi wê madeyê re rûbirû dibe û di bin bandora wê madeyê de êdî xwe, civakê û malbatê dixe nav krîzeke mezin."
Di berdewmiya nirxandina xwe de Rûken Kiliç wiha got: "Ev rewş êdî veguheriye pîşesaziyê. Pêşî welatên Emerîkaya Latîn, Ewropa û herî dawî Tirkiye bû kartel û bazareke pir eşkere ya vê yekê. Gava ku vediguhere pîşesaziyê, hewl dide jin, ciwan û zarokan bixe bin bandora xwe.”
Komên ku herê zêde ji vê yekê bandor dibe jin in
Rûken Kiliç da zanîn ku bi taybetî li Kurdistanê temenê bikaranîna madeyên hişbir her diçe dadikeve anî ziman ku temenê bikaranînê heta 9 salî daketiye û got: “Teknolojiyên dîjîtal û torên dîjîtal ji dema dergûşê ve zêde zarokan di bin bandora hişyarkeran de dihêlin û bandoreke neyînî li baldarî, geşedana hestiyarî û pergalên demarî dikin. Wan zêdetir amadeyî girêdaniyê dikin. Zarokên ku rasterast ji polîtîkayên pergalê bi bandor dibin, di hawirdoreke bê ewle de mezin dibin û di paşerojê de wekî ciwanên ku rîska wan a girêdaniyê bilind e gavê diavêjin jiyanê. Yek ji komên ku herî giran ji vê pêvajoyê bi bandor dibe jî jin in. Sîstema baviksalar, xizanî, tundiya navmalê, barê keda lênihêrînê, zexta civakî û çanda şermê hem jinan zêdetir ji girêdaniyê re vekirî dike hem jî wan ji lêgerîna alîkariyê dûr dixe.”
Temenê bikaranînê daketiye 9 salî
Rûken Kiliç bal kişand ku tenê li Wanê zêdetirî 20 hezar bikarhênerên madeyên hişbir hene û diyar kir ku li bajarên herêmê û cihên gundewarî temenê bikaranînê daketiye 9 salî.
Rûken Kiliç wiha domand: “Ev bajar bajarekî wisa ye ku perav û sînorê wî heye. Bajarekî ku erdnîgariya wî ya xwezayî û ciwaniyên wî hene. Ya herî girîng bajarekî ku xwedî helwesteke siyasî ye. Têkiliya vî bajêrî bi vî rengî ya bi madeyên hişber re, nîşanî me dide ku polîtîkayên şerê taybet pir bi bandor in. Di encamê de li vî bajarî hestiyariya civakî pir zêde ye. Gava ku em niha lê dinêrin, nîşanî me dide ku pirsgirêk di çi asteke giran de ye.”
Bandora polîtîkayên şerê taybet
Rûken Kiliç bal kişand ser tedibîrên ewlehiyê yên ku di roja ragihandina avakirina platformê û weşandina deklarasyonê de hatine girtin û wiha berdewam kir: “Dema me deklarasyona xwe weşand, tedbîrên ewlehiyê yên pir giran hatibûn girtin. Çima li wir amirên şubeya ewlehiyê 5-6 saetan bi me re neaxivîn, em dan sekinandin? Me tiştekî cuda ji wan nedikir. Em li dijî belavbûna madeyên hişbir in û hemû kesên ku hatibûn vê derê, hemû esnafên bajêr, odeyên esnafan, nûnerên partiyên siyasî, hemû dînamîkên bajêr jî li dijî bûn. Çima evqas tedbîrên ewlehiyê hatin girtin? Ev rewş bi ‘ewlehiyê’ nayê ravekirin, ji me re samîmî nayê.”
Rûken Kiliç bikaranîna madeyên hişbir li bajarên polîtîk û bajarên ku tevgera Kurd lê bi bandor e, wekî encama "polîtîkayên şerê taybet" nirxand û wiha pê de çû: “Em nabêjin pergal bi xwe diçe madeyên hişbir belav dike, axir pergal bi xwe krîzên aborî, civakî, şer û koçberiyên bi darê zorê diafirîne û li gel vê yekê mirovan ber bi wê bêparbûn û xizaniyê ve dikşîne. Kes vê carê çareseriyê li cihekî xelet dibîne û pir zû digihîje vê xeletiyê. Jixwe di vê gihîştina pir zû de pirsgirêkek heye. Çawa digihîjinê? Di encamê de li vî bajarî di du gavan de kamerayên MOBESE hene. Li her derê wesayîdên zirxî hene lê belê firoşkarên kolanan li vî bajarî bi rengekî pir rehet di kafeyan de, di taxan de, li ber dibistanan dikarin firotina vê bikin. Ev wê demê krîzeke giştî jî derdixe holê. Zêdebûna girêdana ma deyên hişbir ve jî polîtîkayeke ewlehîparêz e. Madeyên hişbir neynik û lingekî polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên ewlehîparêz e.”
Her wiha destnîşan kir ku bi serdanên şaredarî û esnafan re wan li kolanan der barê girêdanê de panel li dar xistine û got: “Me di şaredariyan de di çarçoveya têkoşîna li dijî girêdana bi madeyên hişbir de perwerdeyên berfireh dan. Paşê me bi Şaredariya Artemêtê re peymanek îmze kir. Daxwaza çend şaredariyên din jî ji me di vî alî de heye.”
Li dora platformê bibin yek
Rûken Kiliç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê kolanên xwe, bajarê xwe, zarokên xwe, ciwanên xwe û jinên xwe ji vê pîşesaziya hişbirê biparêzin. Em bang li her kesê li hemû dînamîkên bajêr, ronakbîr, rewşenbîr, nivîskar û hemû aliyên xwedî wijdan dikin ku li dora vê platformê bibin yek.”