'Em ê têkoşîna jinan belavî hemû beşên civakê bikin'

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe de ragihand ku ew ê rêxistina demokratîk a li ser bingeha hevgirtinê ku jin tê de rasterast xwedî gotin û hêza biryargirtinê ne hîn bi hêztir bikin.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Jinan a DEM Partî, encamnameya civîna xwe parve kir û diyar kir ku jin wê di avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê de rolek damezrîner bigrin. Di encamnameyê de balkişandin li ser polîtîkayên şer, mîlîtarîzm, qeyrana aborî, kedxwariya keda jinan û newekheviya zayendî û banga xurtkirina hevgirtina rêxistinî ya jinan hate kirin.

Serdema ku rolên civakî ji nû ve tên hilberandin

Di encamnameya ku hate destnîşan kirin di cîhanê de têkoşîna ji bo hegemonyayê di navbera hêzên emperyalîst de dijwartir dibe û siyaseta şer û pevçûnan li ser asta gerdûnî ji nû ve tê sazkirin de, wiha hat bilêv kirin: "Nakokiyên berdewam ên li Rojhilata Navîn, gefên li dijî Îranê û destwerdanên ku armanc wan herêmê ji nû ve bi şêwe bikin, ne ji têkoşînên berjewendî yên hêzên emperyalîst serbixwe ye. Rejîmên şer ne tenê bi çekan, di heman demê de bi kedxwariya keda jinan, kûrbûna xizaniyê, talankirina xwezayê, xurtkirina rejîmên otorîter û leşkerîkirina civakê jî tên avakirin."

Di berdewamiya encamnameyê de ev yek hat ser ziman: "Serdema ku em îro tê de dijîn, ne tenê serdema şerên kûr in, di heman demê de serdema ji nû ve hilberandina rolên civakî yên ku ji jinan re hatine destnîşankirin e. Sîstema kapîtalîst a ku ji hêla mêran ve serdest bûye, bi karanîna mîlîtarîzm, têkiliyên piyasa û çanda dîjîtal, hewl dide modelek nû ya jinbûnê biafirîne ku takekesîtî, pêşbazî û xerckirinê pîroz dibîne. Ev têgihîştin armanc dike hevgirtina jinan û têkoşîna kolektîf qels bike, xizaniya jinan, kedxwariya kedê, bêewlehî û koçberiya bi zorê kûrtir bike û wêrankirina ekolojîk jî girantir dike. Tundiya li ser rêyên koçberiyê, bênirxkirina keda jinan, talankirina qadên jiyanê û dûrxistina jinan ji jiyana giştî rûyên cûda yên heman pergala ku ji hêla mêran ve serdest bûye."

Wê têkoşîna jinan bidome

Di encamnameyê Meclîsa jinan tekeziya domandina têkoşînê kir û wiha pê de çû: "Em ​​ê têkoşîna jinan a ji bo aştiyê li dijî vê pergalê ku şer, mîlîtarîzm û polîtîkayên ewlehiyê li ser hesabê pêşeroja gelan gur dike, bidomînin. Em ê têkoşîna hevpar a gelan, hevgirtina jinan û têkoşîna azadiya jinan a navneteweyî li dijî pêşbirka çekan a ku ji hêla NATO’yê ve kûrtir bûye û encamên şerê ku jiyana jinan, ked û xwezayê hedef digre, xurt bikin. Em azadiya jinan ne di têgihîştina serkeftina takekesî ya ku ji aliyê pisayayê ve tê ferzkirin de, di wekhevî, hevgirtin û avakirina hevpar a jiyanek demokratîk de dibînin. Em dizanin ku tenê hêza ku dikare vê pergala kaotîk a ku şer, xizanî û otorîterîzmê hildiberîne rawestîne, berxwedana hevpar a gelan, jinan û bindestan û îradeya wan a avakirina jiyanek demokratîk, azad û wekhev a bi hev re ye."

Paradîgmaya Rizgariya Jin

Encamnamyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dsetnîşan kir û wiha berdewam kir: "Ew pêvajo ne tenê serdemek temsîl dike ku tê de pevçûn bi dawî dibin, di heman demê de avakirina pêşerojek demokratîk temsîl dike û jiyana wekhev û azad a jinan mîsoger e. Têkoşîna dîrokî ya jinan û ezmûna azadiyê dînamîka damezrandinê ya herî xurt a vê pêvajoyê ye. Ji bo me jinan, ev pêvajo berpirsiyariya xurtkirina avakirina paradîgmaya me ya rizgariya jin û her wıha berfirehkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, xizaniyê û hemû cûreyên newekheviyê hildigre. Civakek demokratîk ku jin bi wekhevî beşdarî mekanîzmayên biryargirtina siyasî dibin ku tundî bi dawî dibe û gel û bawerî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bi hev re dijîn, wê bi îradeya rêxistinkirî ya jinan were jiyîn. Em aştiyê ji azadiya jinan, demokrasiyê û wekheviya civakî cuda nabînin; em bawer dikin ku aştiya mayînde û bi rûmet dê di bin pêşengtiya jin de çêbibe."

Em ê têkoşîna jinan belavî hemû beşên civakê bikin

Di dewama encamnameyê de Meclîsê tekez kir ku ew ê ezmûna xwe ji tevahî jinên cîhanê re ragıhînin û wiha anî ziman: "Em ê ezmûnên jinên ciwan, jinên karker, jinên xwedî pêwîstiyên taybet, jinên koçber û jinên ji gel, bawerî û nasnameyên cûda bikin beşek yekgirtî ya têkoşîna me ya hevpar. Em ê têkoşîna li dijî gelek awayên cudakariyê, polîtîkayên kesên bêkar û astengiyên gihîştinê yên ku jinên astengdar pê re rû bi rû dimînin, wekî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên têkoşîna rizgariya jinan bidomînin. Bi xurtkirina rêxistina demokratîk a li ser bingeha hevgirtinê ku jin xwedî dengek rasterast û hêza biryardanê ne û ji aliyê hewcedariyên herêmî ve tê xwedîkirin, em ê têkoşîna jinan bi hemû beşên civakê re bînin cem hev."

Hevgirtina rêxistinkirî

Encamnameyê balkişand ser têkoşîna rizgariya jinan wiaha ev xal girt dest: "Ev têkşîn ne tenê têkoşînek e ji bo parastina mafên jinan, di heman demê de têkoşîneke ji bo avakirina jiyanek wekhev, azad, demokratîk û ekolojîk e. Îro, bersiva herî xurt a li hember polîtîkayên şer, mîlîtarîzm, serdestiya mêran, xizaniya jinan, kedxwariya kedê, talankirina xwezayê û hemû cûreyên cudakariyê, hevgirtina rêxistinkirî û îradeya hevpar a jinan e."

Konferansa jinan

Meclîsê bi wesîleya encamnameyê balkişand ser Kongerya 5'emîn û wiha domand: "Em bi vê bawerî û biryardariyê, ber bi 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin ve diçin. Em ê di konferansên xwe yên herêmî ku bi dirûşma 'Bi Têkoşîna Rizgariya Jinan Ber bi Civakeke Demokratîk' li dar bixin de, em ê deng, ezmûn û aqilê kolektîf ê jinan bilind bikin. Her wiha em ê di Konferansa Jinan a Navendî ku di 20-21’ê Tebaxê de li dar bixin de,  têkoşîn û siyaseta damezrandinê ya serdema nû bi hev re bihonîn. Em ê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin ku di 20’ê Îlonê de li dar bixin, bi îrade, coş û hêza rêxistinkirî ya jinan pêşwazî bikin."

Ji jinan re bang

Di dawiyê de Meclîsê bang li jinan kir: "Em ê civakek demokratîk ku jin mijarên damezrîner bin, bi têkoşîna rizgariya jinan aştiyê mezin bikin û em ê hevgirtina xwe li her tax, her bajar û her qada jiyanê birêxistin bikin. Em bang li hemû jinan, hemû jinên ji gel, bawerî û nasnameyên cûda dikin ku dengê xwe bilind bikin, têkoşînê bikin yek û Kongreya xwe bi reng, deng û îradeya xwe bihunîn.”