Hevkêşiya di Navbera Îran û Emerîkayê de ‘ne aştî, ne şer’
Tevî ku fikarên aborî û jeopolîtîk rê li ber şerekî berfireh ê navbera Washington û Tehranê digirin, lêçûna herî giran a vê qonaxa “bêaştî û bêşer” dîsa li ser milê gelê ku di navbera ambargoyan û gefan de asê maye ye.
Navenda Nûçeyan – Hemwextî belavbûna raporên li ser pêla sêyem a êrîşên li ser başûrê Îranê ku ji sê roj berê ve dest pê kirine, her wiha berbanga sihara yekşemê 12’ê Tîrmehê de. Careke din ev pirs derketiye pêş ku çima tevî zêdebûna êrîşên leşkerî, ne şer digihîje qonaxeke diyarker û ne jî danûstandin radiwestin.
Rapor diyar dikin ku li bajaranên wekî Bûşehr, Eselûye, Benderê Deyr, Kengan, Benderesbas, Qeşm, Cask, Sîrîk, Konarek, Çabehar, Hendîcan û Mahşehrê dengê teqînan hatiye bihîstin. Di heman demê de, hinek medyayên navxweyî behsa armancgirtina pergala Bender Deyr dikin, her wiha raporên nepejirandî derbarê avêtina mûşekan ji Behreynê ber bi Îranê ve hene; îddîayên ku heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin.
Bi berdewamiya êrîşên leşkerî û hewldanên dîplomatîk wekî paradoks dixuye; lê rastî ev e ku krîza navbera Îran û Emerîkayê ketiye qonaxeke wisa de ku êdî şer û danûstandin ne du rêyên ji hev cuda ne, belkî du amûr in ji bo gihîştina bi armanceke hevpar: Guhertina hevsengiya hêzê bêyî ketina nav şerekî piralî.
Rojhilata Navîn ketiye nav sîstemeke nû
Tiştê ku îro li Kendava Farsê diqewime, ne tenê berdewamiya nakokiya kevin a navbera Îran û Emerîkayê de ye. Herêm di qonaxa derbasbûna ber bi sîstemeke nû de ye. Pergaleke ku tê de êdî tu hêz bi tena serê xwe nikare qaîdeyên lîstikê diyar bike. Emerîka hîn jî lîstikvanê herî giring ê leşkerî ye li herêmê, lê bandora wê ne mîna her du dehsalên borî ye. li beramber Komara Îslamî jî bi hewldana ji bo parastina tora xwe ya bandora herêmî, bi gefên aborî, leşkerî û siyasî yên bêhempa re rû bi rû ye.
Di rewşeke wisa de, armanca sereke ya her du aliyan ne ji navbirina hevûdu ye, belkî diyarkirina cihê xwe ye di sîstemam paşerojê ya Rojhilata Navîn de ye.
Emerîka li dû ‘birêvebirina Îranê’ ye, ne dagirkirina wê
Berovajî şerê Iraqê yê sala 2003’an, wisa xuya dike ku stratejiya Washingtonê êdî ne li ser guhertina rejîmê an dagirkirina leşkerî ya Îranê ye. Tecrûbeya Efganistan û Iraqê nîşan da ku hilweşîna hikûmetekê, her wext nabe sedema aramiyê, lê belê dikare valahiyekê ava bike ku bi salan herêmê bixe nav bêaramiyê, komên çekdar û krîzên mirovî.
Ji dîtina Emerîkayê ve, armanca realîsttir morkirina şiyana mûşekî ya Îranê, sînordarkirina bandora herêmî ya Komara Îslamî, parastina ewlehiya rêyên enerjiyê û neçarkirina Tehranê ye ji bo qebûlkirina peymaneke nû; ne ku ketina nav şerekî ku lêçûna wî ji qezanca wî zêdetir be.
Komara Îslamî jî Ji bo ‘mayîn’ şer dike, ne ji bo serkeftinê
Li aliyê din, Komara Îslamî jî baş dizane ku têkbirina leşkerî ya Emerîkayê an nehiştina hebûna vî welatî li herêmê, armanceke nêzîk nîn e. Ji ber vê yekê, stratejiya Tehranê li ser zêdekirina lêçûnên rûbûbûnê ji bo Washingtonê hatiye avakirin.
Ji bo Komara Îslamî, pêşengiya herî girîng parastina mana pergalê ye, rêgirtin li hilweşîna hêza pûçkirina êrîşan û li ferzkirina peymanekê ji pêgeheke lawaz e. Ji ber vê, Tehran di heman demê de ku bersiva êrîşan dide, kanalên danûstandinê jî vekirî dihêle.
Şer, zimanê nû yê dîplomasiyê ye
Yek ji taybetmendiyên herî giring ên krîza niha ew e ku operasyonên leşkerî êdî ne dawiya dîplomasiyê ne, belkî beşek jê ne.
Her êrîşek, her liv û tevgereke leşkerî û her gefeke siyasî, peyamek e ji bo aliyê dîtir. Armanca van gavan, guhertina hevsengiya hêzê ye berî vegera muhtemel a ser maseya danûstandinan. Bi gotineke din, mûşek îro heman rola ku berê daxuyaniyên siyasî dilîstin dileyîzin; ango zêdekirina hêza bazarê ye.
Paradoksa mezin dijminê hevpar ê her du aliyan ‘Şer’ bixwe ye
Dibe ku xala herî giring di fêmkirina krîza îro de ew be ku Tehran û Washington, tevî dijminatiya kûr, di fikareke bingehîn de hevpar in. Ti yek ji wan şerekî ku kontrola wî ji dest derkeve naxwazin. Emerîka dizane ku şerekî berfireh dikare bihayê enerjiya cîhanî bi giranî zêde bike, ewlehiya hevalbendên wê bixe xetereyê û hêzên wê li seranserê herêmê bike armanca êrîşan. Li aliyê din jî Komara Îslamî dizane ku şerekî berfireh dikare binesaziyên aborî û leşkerî yên welat bi zirarên qerebûneker re rû bi rû bike û gefên navxweyî zêde bike.
Ev tirsa hevpar bûye sedem ku her du alî hemwext di meydana şer de û hem jî li pişt kanalên dîplomatîk amade bin.
Tengava Hurmuz: Girêka aboriya cîhanê û ewlehiya herêmê
Heger bernameya atoman xala siyasî ya nakokiyê be, Tengava Hurmuz xala herî giring a jeopolîtîk a krîzê ye. Îran hewldanê dide ku bi piştgirêdana bi pêgeha xwe ya stratejîk, lêçûna her cûre gefeke leşkerî ji bo Emerîka û hevalbendên wê zêde bike. Washington parastina ewlehiya keştivaniyê û herikîna enerjiyê wekî beşek ji ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.
Ji ber vê yekê, her geşedaneke leşkerî li başûrê Îranê tenê rûdaneke ewlehiyê nîn e, belkî rasterast bi aboriya cîhanî ve jî girêdayî ye.
Îsraîl: Lîstikvanê ku hevkêşeyê tevlihevtir dike
Li gel Îran û Emerîkayê, Îsraîl jî yek ji lîstikvanên diyarker ên vê krîzê ye. Tel Avîv lawazkirina şiyana leşkerî û her herêmî ya Komara Îslamî wekî beşek ji stratejiya xwe ya ewlehiyê dibîne û ev mijar dibe sedem ku her geşedaneke li qadê, rûberên herêmî yên berfirehtir bi dest bixe.
Di encam de, krîz êdî tenê rûbûbûneke du alî nîn e, belkî rûbûbûneke çendqatî ye di navbera lîstikvanên cuda yên Rojhilata Navîn de.
Metirsiya herî mezin: Şaşbûna di hesaban de
Tevî ku ti aliyek şerekî tam û berfireh naxwaze, xetereya sereke di cihekî din de veşartî ye. Şaşbûna di hesaban de. Armancgirtina navendeke hesas, kuştina hejmareke zêde ya hêzan an şaşfêmkirina gava aliyê din, dikare zincîreyek ji bertekan bide destpêkirin ku êdî kontrolkirina wê ji bo ti lîstikvanî pêkan nebe.
Dîrokê nîşan daye ku gelek şerên mezin, ne bi biryara ji bo şer, belkî bi bêşiyaniya di kontrolkirina krîzekê de dest pê kirine.
Paşeroj: Ne aştî, ne şer
Belgeyên berdest nîşan didin ku Tehran û Washington bi kêmanî di demeke kurt de, li dû dawîanîna bi vê rûbûbûnê nîn in. Her du alî hewl didin bêyî derbaskirina sînorê şerekî berfireh, hevrikê xwe biperçiqînin û birûxînin û bi destê bilind têkevin nav her peymaneke muhtemel.
Ji ber vê yekê, tiştê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime, ne agirbesteke domdar e û ne jî şerek ji bo serkeftina dawî; belkî şerê westandinê ye ji bo şêwazdarkirina hevsengiya hêzê di sîstema nû ya herêmê de. Heta ku ev hevsengî diyar nebe, dewra “Ne aştî, ne şer” jî dê berdewam bike.
Di vê navberê de, bihayê vê dewra frasandinê ya navbera Tehran û Washingtonê, berî her tiştî gel dide; gelê ku ne di biryarên şer de û ne jî di hesabên siyasî yên hêzan de xwedî rol e, lê encamên wê bi bêewlehî, gefên aborî, giranbûna lêçûnên jiyanê, astengî di çalakiyên rojane de û fikara herdemî ya ji berfirehbûna şer dikişîne. Di demekê de ku her du alî hewl didin bi gefên leşkerî û siyasî pêgeha xwe xurt bikin, lêçûna rastîn a vê rûbûbûnê li ser milê civakê ye ku di navbera cezayan ambargoyan, gefa şer û bêaramiya herêmî de asê maye.