RTC: Tu cihek bi ewle yê ku sivîl biçinê nemaye

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (RTC) da zanîn ku ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dijî Xezayê tu cihekî bi ewle yê ku sivil biçinê nemaye.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasani, di civîna çapemeniya heftane ya ofîsa Cenevre ya NY’yê de der barê şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de berdewam dike nirxandin kirin.

Ravina Shamdasani diyar kir ku rewşa girîng a sivîlan li Xeza û Îsraîlê em ji nêz ve dişopînin û got: “Divê di pêvçûnan de tu caran sivîl nebin mijara bazarê. Ji Xezayê mirovên ku di lêgerîna ewlehiyê de ne di rewşeke gelek giran de ne.”

Banga rêzgirtina li hiqûqa navneteweyî li aliyan hat kirin

Ravina Shamdasanî da zanîn ku sivîlên Îsraîlê ji aliyê Filistînê ve dîl hatine girtin û bang kir ku demildest ew kes bê şert werin berdin û got: “Li Îsraîl û Xezayê sivîl jî di nav de zêdeyî 2 hezar û 700 kes hatine kuştin. Komên bi çek ên Filistînê, mafên navneteweyî ya mirovan ên hiqûqî ku cudahiyê naxin navbera sivîlan û êrîşên li dijî sivîlan em banga rawestandinê dikin. Em bang li Îsraîlê dikin ku di hemû operasyonên leşkerî de rêzê li hiqûqa navneteweyî ya mirovî û hiqûqa mafên mirovan bigrin.”

‘Ji bo lêkolîna fosfora spî pêwîstî bi demê heye’

Raniva Shamdasanî piştî daxuyaniyê bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser pirsa ‘Beriya demekê Îsraîl li Xeza û Lubnanê dîmenên bi karanîna fosfora spî hat dîtin. Di heman demê de ji aliyê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ve jî hat weşandin, ji bo tesbîtkirina vê hûn ê lêpirsînê bidin destpêkirin?’  Ravina Shamdasanî wiha bersiv da: “Me rapor dît û niha ji bo ev were lêkolînkirin pêwîstî bi zêdetir demê û gihandinê heye.” Ravina Shamdasanî destnîşan kir ku der barê vê mijarê de tu zanyariyek ku belav bike di dest de nîn e û got: “Ji bo em fam bikin ka çi çêbûye lêkolînek girîng e.” Ravina Shamdasanî bi bîr xist ku di rastiya bikaranîna fosforê de der barê wê de encam çi be wê spekulasyonê nekin.

Tu cihekî bi ewle tune ye

Berdevkê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê Tarik Jasarevic di axaftina di civînê de wiha got: “Ji ber êrîşên hewayî yên ku Îsraîl li dijî Xezayê berdewam dike, tu cihek bi ewle ku sivîl biçinê nemaye.”

Tarik Jasarevic da zanîn ku wezareta Tendirustiyê ya Filistînê gotiye ku ne mumkun e nexweşên li nexweşxaneyan tehliyeyî Bakurê Xezayê bikin û got: “Di halê hazir de du nexweşxaneyên mezin ên li Bakurê Şerîdaya Xezayê bi giştî kapasîteya 760 ranzeyan derbas kiriye, di nexweşxaneyên cerahiya navendî de kapasîteya ranzeyan a nexweşxaneya Şîfa ji sedî 99 tijî bûye û nexweşxaneyên li başûrê Xezayê jî tijî bûne.”