RSF: Li seranserî cîhanê 57 rojnameger hatin qetilkirin

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku îsal 57 rojnameger li seranserê cîhanê hatine kuştin û tu sal weke îsal rêjeya girtina rojnamegerên jin zêde nebûye.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên tundîtûjiya li hemberî rojanemegeran ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor RSF’ê ve hatiye aşkerakirin, li cîhanê 533 rojnameger hatine girtin û hejmara kuştina rojnamegeran zêdetir bûye. 57 ji wan hatine kuştin. 65 rojnameger dîl hatine girtin û 49 rojnameger jî winda ne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di demên borî te tu car ewqas rojnamegerên jin nehatine girtin. Bi giştî 78 rojnamegerên jin niha girtî ne, hejmar îsal ji sedî 30 zêde bûye. Îsal nêzî ji sedî 15 rojnamegerên jin hatine girtin, li gorî 5 salên borî, rêje ji sedî 7 zêde bûye.

Di raporê de hat bibîrxistin ku herî kêm 65 rojnmameger hatine girtin û di sala 2022’an de du rojnameger winda bûne, bi hejmara giştî rojnamegerên ku çarenûsa wan nediyar e gihîştiye 49 kesan.

Îran ji bo dengê gel neyê bihîstin 47 rojnamegeran girt

Komara Îslamî ya Îranê ji bo qutkirina dengê gel 47 rojnamegeran girt. Di vî warî de Îran bûye welatê sêyem ê ku hejmara rojnamgerên girtî lê zêde ye. Tenê di meha destpêkê ya xwepêşandan û serhildanan de du rojnamegerên jin ên bi navê Nilûfer Hamidî û Îlham Mehemedî hatin girtin, ji ber ku der barê kuştina Jîna Emînî de dosya û nûçe amade kiribûn.

Li Çînê jî sansor gihîştiye asta herî bilind, ew welat welatê herî mezin ê girtina rojnamegerên cîhanî ye. Bi giştî 110 rojnameger hatine girtin. Hang Xoqîn ku rojnamegerek serbixwe ye û têkildarî aşkerakirina gendelî, qirêjbûna pîşesazî û tacîza li ser jinan dixebitî, hat girtin.