Li Mexribê li dijîî tundîtûjiya dîjîtal kampanyaya hişmendiyê
Li Mexribê rêxistin û weqfên jinan, bi kampanyayên cur be cur û çalakiyan balê dikşînin ser tundîtûjiya dîjîtal a ku di van demên dawî de zêde bûye.

Mexrîb- Li Mexrîbê di van demên dawî de tundîtûjiya bi riya medyaya dîjîtal li hemberî jinan bi awayek cidî zêde bûye, ji ber vê yekê weqf û rêxistinan jinan ketin tevgerê. Weqfên ku mafên jinan diparêzin ji bo tundîtûjiya dîjîtal a li hemberî jinan were kêmkirin bang kirin. Li Mexrîbê weqfa ‘Wekhevî û têkoşîna hemwelatîbûnê’ û federasyona mafê jinan bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî tudîtûjiya dîjîtal’ ji bo xwendekar û jinan kampanyayên hişyariyê li dar xistin.
‘Armanc avakirina hişmendiyê ye’
Rêvebera weqfa têkoşîna wekhevî û hemwelatîbûnê Bushra Abdo diyar kir ku weqf ji bo li dijî tundîtûjiyê di çarçoveya kampanyayê ku dê 16 rojan berdewam bike de di saziyên perwerdeyê de gelek civînên hişmendiyê ji bo xwendekarên jin û mêr li dar xistine. Der barê metirsiya jinên ku rastî tundîtûjiya dijîtal tên û di derbarê jiyana wan û bandora wê ya li ser malbatan hişmendî ava bikin û wiha got: “Ezmûna me li Rapatê tundîtûjiya li beramberî jinê em daneyan bigrin dest li dijî tundîtûjiya navnetewî weke sempozyom bi hevkariya saziyên mafê mirovan semînerên taybet hatin li darxistin û weqfa me bejdarî sempozyomek awayek yên tundîtûjiyê dijîtalê tacize bûn”
‘Weqf gelek xizmetan de cihê xwe digre’
Bushra Abdo destnîşan kir ku der barê mijara têkoşîna tundîtûjiya dîjtal de weqf ji sala 2016’an ve têdikoşe û berê jî bi dirûşma ‘Tundîtûjiya dîjîtal bisekinîne’ pêkanînek daye destpêkirin û di aliyê bêhnvedan, rênîşandan û şêwirmendiyê de xizmetê dike. Bushra bi bîr xist ku der barê têkoşîna li dijî tundîtûjiyê de di zagona 103 a hejmara 13 der barê kiryarên tundîtûjiya dîjîtal de sînorkirina ceza, cezayê pere dabeşê sê beşan kirine.
‘Bandorên tudiya bi riya dîjîtal heta dawî dimînin’
Bushra Abdo da zanîn ku tundîtûjiya dîjîtal bandorê li ser aliyên derûnî, aborî û civakî dike û wiha got: “Dikarin ji heqê tundîtûjiyên din derbikevin lê belê tundîtûjiya dîjîtal aliyê wê yê derûnî gelek girantir e. Ji ber ew bêbextiya di înternetê de bi wêne û dîmen û amûrên din ên reşkirinê heta dawiyê di jiyana mirovan de nîşaneya wê dimîne.”
‘Hinek kampnayayên hişyarikirinê hatin lidarxistin’
Endama Ofisa Navneteweyî ya Kazablankayê ya federasyona Yekitiya Mafên Jinan Khadija Takrouine diyar kir ji ber metirsiya tundîtûjiya dîjîtal di çarçoveya kampanya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundîtûjiya hemberî jinan bi dirûşma ‘Li dijî tundîtûjiya dîjîtal têkoşîn’ hatime Mexribê û federasyona wan di vê çarçoveyê de gelek kampanyayên hişmendiyê dan destpêkirin û gelek civînên hişyarkirinê li dar xistine.