Malbata Şenyaşar: 'EDALET’ di navbera du wesayîdên fermî de asê maye

Malbata Şenyaşar a ku li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe didomîne, bi van gotinan bertek nîşanî bêtehemuliya li dijî pankarta "Edaletê” da: “Edalet’ li ber deriyê Edliyeya Rihayê di navbera du wesayîdên fermî de asê maye.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 647’emîn de didome.

Li dijî pankarta bi nivîsa 'Edalet' bêtehemulî

Çalakiya malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê tên Qunçikê Edaletê ya Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, bi wesayîdên bi plaqeyên fermî tê astengkirin. Malbatê, piştî ku wesayîdên bi plaqeya fermî cihê ku pankarta "Edalet" lê hatiye daliqandin girtin. Piştî ku îro cihê parkkirinê jî girtîbû, Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar pankarta bi nivîsa "Edalet" di destên xwe de girtin û li ber deriyê ku dikeve bexçeyê avahiya edaletê nobeta xwe domand. Malbatê ku gava wesayîd tên xwe didin alî, piştî çûyîna wesayîdan li heman cihê pankartê vekirin û daxwaza xwe ya "Edaletê" domandin.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kirin: “’Edalet’ li ber deriyê Edliyeya Rihayê di navbera du wesayîdên fermî de asê maye. Ev rewş tengazeriya darazê ya ku nikare edaletê pêk bîne nîşan dide. Jiyan bê edalet nayê fikirîn, em ê dev ji daxwaza xwe ya pîroz bernedin."