Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin tên darizandin

Rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Mohammadî ku yekemîn nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ragihandin, di meha 9'emîn a girtinê xwe de derketin pêşberî dadgehê.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Nîlûfer Hamedî yekemîn kesê ku nûçeya Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin ragihand û Elaha Mohammadî ya di merasîma cenazeyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" li cîhanê ragihand, di meha 9’emîn a girtîna xwe de derketin pêşberî dadgehê.

Yekemîn danişîna doza nûçegihana rojnameya Hamamîhan Elaha Mohammadî roja 29’ê Gulanê li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê yê bi serokatiya Ebûlqasem Selavatî hat dîtin. Dema li dadgehê parêzera rojnameger amade bû, danişîn ji çapemeniyê re girtî hat dîtin. Parêzera rojnameger Şahab Mîrlohî danişîna ewil "erênî" nirxand, diyar kir ku roja danişîna din nehatiye diyarkirin.

Doza Nîlufer Hamedî îro ye

Yekemîn danişîna doza nûçegihana Rojnameya Şerq Nîlûfer Hamedî ya piştî girtina 9 mehan tê darizandin, li heman şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê tê dîtin.

Rojnameger Mîna Akberî li ser medyaya dîjîtal ragihand ku gelek rojnamevan û çalakvanên sivîl bi malbata Elaha Mohammadî re li ber avahiya edliyeya li cadeya Muelem a Tahranê kom bûne. Di parvekirinê de wiha hat gotin: “Xwedawend di saet 9.40’an de bi wesayiteke cama reş anîn, lê destûr nedan ku kes nêzî wesayîte bibe.”