Dadgeh biryara bi hincet da bereatkirina rojnemageran

Di biryara bihincet a biryara beraetê ya rojnameger Dîlan Babat û Firat Can Arslan de hat gotin ku rojnameger bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyane.

Navenda Nûçeyan - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê endamên MÎT’ê ve hate qetilkirin. Dema nûçegihanê ajansa JINNEWS’ê Dîlan Babat û ajansa MA Firat Can Arslan di 13’ê Cotmeha 2022’an de merasîma definkirina cenazeyê Nagihan Akarsel dişopandin, hatin binçavkirin.

Her du rojnameger bi îdeaya ‘Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye’ li emniyetê îfade dan û piştre hatin berdan. Piştre jî li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê doz hate vekirin û dozger mutalaa pêşkeş kir. Tevî vê yekê jî darizandin di 5’ê Cotmehê de biencam bû dadgehê got ku tawanbariya tê kirin bêbingeh e û ji bo her du rojnamegeran biryara beraetê da.

Dadgehê, biryara xwe ya bihincet amade kir û got ku rojnamegeran ji hedefnîşandana cendirmeyan zêdetir, bi inyeta çêkirina nûçeyê Nagîhan Akarsel tevgeriyane. Her wiha dadgehê destnîşan kir ku tu ewraq nîne ku cendirmeyên rûyê wan xuya dikir di ‘têkoşîna li dijî terorê de’ cih girtine yan na. Dadgehê got ku lewma hewldaneke ji bo hedefnîşandanê tune ye.

Dozgeriyê îtiraz kir

Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê îdea kir ku biryara beraetê ya rojnamegeran li dijî usûl û qanûnan e û serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Konyayê da.