Jinan li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ li dar xist

Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HEDEP’ê, ji bo nîqaşkirina polîtîkayên jinan ên herêmê atolye li dar xist.

Amed – Lijneya Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê di çarçoveya “Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” de ku dê di 11’ê Mijdarê de li Enqereyê li dar bixin, atolyeya bi navê “lîberalîzm û rêxistinbûyînê” li dar xistin. Gelek jin tevlî atolyeya ku li Odeya Avahîsazan hate lidarxistin bûn.

‘Me xebatên xwe li ser atolyeyan dan destpêkirin’

Axaftina vekirinê ya atolyeyê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Belgîn Laçîn Dîken hat kirin. Belgîn Laçîn Dîken da zanîn li pêşiya wan hilbijartinek heye û divê wekî jin bi awayekî xurt tevlî vê hilbijartinê bibin û wiha got: “Em hevalên xwe yên jin ketin nava xebateke xurt a derbarê pêvajoyê de. Me xebatên xwe li ser atolyeyan dan destpêkirin. Me li Amed, Serhed û Botanê dest bi xebatan kir. Bi biryarên hatin girtin emê herin konferansê. Em ê bi feraseta zelal a jinan tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin.”

‘Wê li gor feraseta jina azad pêvajo pêş biçe’

Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Rozerîn Îldan piştre axivî. Rozerîn Îldan wiha got: “Ew ê li gor feraseta jina azad pêvajo pêş biçe. Em ê li ser rêxistinbûyînê nîqaşên xwe bikin. Ji bo em hîn xurt bibin me dest bi atolyeyan kir.”

 Piştî axaftinan atolye ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.