Rojnamegerên di 25'ê Mijdarê de hatin binçavkirin serî li ÎHD'ê dan

Rojnamegerên di 25'ê Mijdarê de li Şirnexê hatin binçavkirin, têkildarî îşkenceya li wan hat kirin serî li ÎHD'ê dan. Rojnamegeran dan xuyakirin ku ew weke xebatkarên çapemeniya azad, li hemberî zextan paşve gav navêjin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Omer Akîn û 18 jin di êrîşa polîsan a li ser daxuyaniya çapemeniyê ya li Şirnexê ya bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Cîhanê de hatin binçavkirin. Rojnameger û jinan bi hinceta "binpêkirina zagona bi hejmara 2911'an" tedbîrên hiqûqî hatin girtin, piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Sê rojnamegerên ku dema çalakiya jinan dişopandin rastî îşkenceyê hatin û hatin binçavkirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dan. Rojnamegeran diyar kirin ku kamera û trîpotên wan hatine şikandin û piştî serlêdanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Newroz Uysal Aslan û Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Haşîm Togurlu jî beşdarî daxuyaniya li Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê bûn.

'Pêşî em hatin binçavkirin'

Nûçegihana MA Zeyneb Durgut diyarkir ku di dema erka xwe a rojnegerî li qada daxuyanî wer dayîn bûn û wiha got: “Berê jî li wêderê ji aliyê AKP’ê ve daxuyanî hatibû dayîn, destur dabûn wan. Di 25’ê Mijdarê de dema ku jinên TJA xwestin tundîtûjiya beramberî jinan şermezar bikin rastî êrîşan hatin. Tevî ku polîsan em nas dikirin jî em binçav kirin. Ji ber ku nexwestin em tundiyê bikişînin. Di dema binçavkirinê îşkence û heqaret li me hate kirin. Di wesayîtê de em bi saetan destkelemçekirî hatin sekinandin. Em ê tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin.”

‘Em giliyê polîsan dikin’

Rojnameger Rozerîn Gultekîn di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Li ser vê xaka ku her roj bi dehan jin tên qetilkirin di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de tcardin em bi tundîtûjiyê re rû bir û man. Ji ber ku em jin bûn û xebatkarên Çapemeniya Azad bûn lewma em rastî vê tundiyê hatin. Tu mudaxile li xebatkarên çapemeniya nêzî desthilatê nekirin. Lê gef li me hatin xwarin û em hatin binçavkirin. Jin jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ev dîmenên îşkenceyê ku em hatin binçavkirin lewma hatin kişandin. Sedemê xistain me a dibin çavan de astengkirina nîşandana tundîtûjiya ku hatî pêkanîn bû. Ji bo şikandina kameraya min tundî pêkanîn. Di encama vê tundiyê de tiliya min derizî. Em weke rojnemegerên jin tevî zext û astengiyan di qada ragihandian azad de cih digrin, heta ku têkoşîna azadiay jinê berdewam bike em li qadan bibin dengê jinan. Tişta ku wê rojê li wêderê qewimî û derbarê polîsên ku tundî pêkanî de weke ku me di îfadeyên xwe de jî diyarkir emê gilî bikin. ”

‘Ne îşkence ne jî girtin dê nekarin me têk bibin’

Rojnameger Omer Akin destnîşan kir ku  ne îşkence ne jî girtin wê nekarin wan têk bibin û wiha got: “Kameraya min bi darê zorê ji min standin, bi pêhn û kulman hatim derbkirin. Ji bo ku dengê wan ji hêla kamerayên wan ve were qeydkirin, diqîriyan û digotin ‘li ber xwe nede’ û derb dikirin. Min dît ku kameraya min li erdê xistin. Piştre li erdê hatim dirêjkirin û derketin ser pişta min. Dema li erdê destên min ji piştve hatin kelemçekirin. Di wesayîtê de polîsekî çêr li min kir û got; ‘ma me negote te nekişîne?’ Rapora ‘derb tune ye’ dan. Polîsê TEM’ê ji min re got; ‘heke em te careke din li van deveran bibînin dê bêhtir li te bixin.’ ji bo jêbirina dîmenên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de, polîsan kameraya min şikandin. Dema ez li emniyetê, kameraya min anîn. Dema min kontrolkir min dît ku beşa xwendina qerta SD’ê hatiye şikandin. Xuyaye ku hewldane dîmenên min kişandin tune bikin. Em li ser şopa Apê Mûsa ne û emê îro jî sibe jî bixebitin. Ne îşkence ne jî girtin wê nekarin me têk bibin.”