Arwa Kairouaniya xizmet dide jin û zarokên tundî dibînin

Navenda Stargeha Jin û Zarokên Rastî Êrîşa Zayendî tên a Arwa Kairouaniya, ji bilî ji bo jinên rastî tundiyê tên bi zarokên wan re xizmeta stargehê dide, piştgiriya hiqûqî û derûnî jî dide.

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tunis – “Navenda Stargeha Jin û Zarokên Rastî Êrîşa Zayendî tên a Arwa Kairouaniya” li Kairouan ji sala 2017’an vir ve xebatên xwe didomîne. Li navendê, ji bo jinên rastî tundiya mêr tên bên bihêzkirin, ji tundiyê dûr bikevin û li dijî tundiyê têkoşîn dikin, piştgiriyên pêwîst tê misoger kirin. Li navenda ku pirsgirêkên stargehbûnê yên jinên tundî dibînin tên çareserkirin, piştgiriya hiqûqî û derûnî jî tê dayîn.

Midûra Navendê Manal Kashat, diyar kir ku navend di sala 2017'an de bi hevkariya saziyên pêşketina herêmê hatiye avakirin û da zanîn ku ji bo mezinan 7 û ji bo zarokan jî 3 kapasîteya nivînan heye. Manal Kashat, diyar kir navend di bin kontrola Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî, Komeleya Qanûn û Hevsengiya Civakî û Wezareta Malbat û Jinê de ye û da zanîn ji aliyê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve fon tê dayîn.

‘Em armanc dikin jinan di ware aborî de jî bi hêz bikin’

Manal Kahsat, diyar kir navend her cure xizmetê dide jinên rastî tundiyê tên û jinên li herêma Kayrouan û herêmên derdorê arasteyî kursên perwerdehiyê yên dirûtin, şekir û nexş dikin. Manal Kahsat, diyar kir armanca dikin jinên rastî tundiyê tên di aliyê aborî de jî bi hêz bikin û wiha got:

“Em wek navend komxebatên hişmediyê jî li dar dixin. Em hewl didin jinan der barê mafên ku di Zagona Bingehîn a bi hejmara 58’an a sala 2017’an de der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de hatine destnîşankirin, hay jê hebûn ava bikin. Li Kairouan û bi gelemperî li Tûnisê diyardeya tundiyê roj bi roj zêde dibe. Ji ber vê yekê divê hemû dezgehên pêwendîdar ji bo kêmkirina tundiyê bi hev re kar bikin.”

‘Ez rastî tundî û tacîzê hevjinê xwe hatim’

Em bi jinên ku ji ber rastî tundiyê hatine serî li navenda stargehê dane axivîn. Y.B. ya ku em ji ber ewlehiyê navê wê parve nekir, bi 2 zarokên xwe re li navendê dimîne. Y.B ya diyar kir bi zorê bi pismamê xwe re hatiye zewicandin û wiha got: “Li hemberê min tu rumeta wî tune bû. Di salên ewil ên zewaca me de tu pirsgirêk tunebûn, lê piştî çend salan ez rastî tundî û tacîzê hatim.

Ji ber ku mafên xwe ya mîrasê xwest tundî zêde bû

Y.B, da zanîn ji ber mafê xwe ji mîrasê ya ji dayika wê maye xwestiye, tundiya di nava malbatê de zêdebûye û wiha got: “Li dijî min hin zêdetir wek dijmîn tevgeriya, li dijî zarokên min êrîşa zayendî pêkanî. Carek dema min xew dikir, hat bê sedem li dijî min tundî bikaranî û mile min şikand.”

'Min fêm kir ez ne neçarim li dijî tundiyê bêdeng bimînim’

Y.B., da zanîn ew bi salan li dijî tundiyê bêdeng bike, lê êdî biryar daye li dijî tundiyê derbikeve û xwe û zarokên xwe biparêze û wiha got: “Ji ber ku mal veguherî dojehê em ji bo lêgerîna ewlehiyê hatin Navenda Arwa Kairuaniya. Gelek piştgirî dan min. Ew ji bo hevberdanê û daxwaza neqfiyê alîkariya min kirin. Piştgiriya derûnî jî dan zarokên min. Derûnînas zarokên min kontrol dikin.” Y.B., diyar kir ne mecbûr li dijî tundiyê bêdeng bimîne û wiha axivî: “Min dikaribû ji destpêkê ve dawî li vê tundiyê bibira. Niha ez fêm dikim dema ku hûn mafên xwe yên qanûnî daxwaz dikin, qanûnên ku we diparezin hene. Ez ê di jiyana xwe ya pêşerojê de bi qanûnê li dijî hevjîna xwe têbikoşim.”

‘Di encama tecawizê de ducanî ma’

T.N. ya 18 salî ku rastî êrîşa zayendî hat û gelek caran rastî gefan hat jî yek jî jinên ku li Navenda Kairouaniya ya Arwa de dimîne ye. T.N a ku herî dawî ji aliyê 2 kesan ve ji bo qadek daristanê hat revandin û rastî tecawize hat, tundiya jiyan kir bi van gotinan vegot:

“Ez di encama tecawizê de ducanî mam. Ez di meha 5’emîn a ducaniyê de bûm û min nizanibû bavê vê zarokê kî ye. Ji ber ku ez ji gefên malbatê ditirsiyam, min serî li navenda stargehê da. Hêzên ewlehiyê soza şopandina dozê dan. Ez li navendê stargeh bûm û piştgiriya tenduristî û derûnî distînim. Ez êdî li vir di ewlehiyê de me. Rêvebiriya navendê dê bi dayîna piştgirya hiqûqî doza min bişopîne. Dê bi awayekî hiqûqî min biparêzin."

‘Min ji ber tundiyê dev jê hevjinê xwe berda’

K.Q ya 40 salî ku yek ji taxên xizan ên bajarê Qahirê dijî jî, yek ji jinên ji ber tundiya fizîkî, derûnî û aborî ya ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve rû bi rû ma, serî li navendê da. K.Q. ya ku 4 zarokên wê hene, wiha got: “Ez her tim ji aliyê hevjinê xwe ve rastî tundiyê hatim. Min ji stû û rûyê min birîndar kir. Piştre li qadekî ji gel re vekirî û li ber çavên mirovan bi amûrê birînê êrîşî min kir. Ez hertim rastî tundiya aborî ya hevjinê xwe hatim. Ji ber tundiya ku min salan dît, min dev jê hevjinê berda.”

Mêrê dev jê berdan tundiya xwe berdewam kir

K.O, diyar kir piştî hevberdanê kurê wê ya mezin ê 22 salî li gel bavê xwe û da zanîn bi 3 zarokên xwe re dest bi jiyaneke nû kir. K.O. diyar kir lê hevjinê wê ya berê ji dû neqetiyaye û bi israr şopandina xwe domandiye û wiha axivî.

"Li her cihê ku ez diçin, rêya min qût dikir. Bi awayekî fizîkî êrîşî min kir û gef li min xwar. Tevî ku min derbarê wî de gelek gilî kir jî, hêzên ewlehiyê erka xwe pêk neanîn. Piştî ku li qadekî ji gel re vekirî bi amûra birînê êrişî min kir, hêzên ewlehiyê li pey ketin û girtin. Niha di girtîgehê de ye. Min bi zarokên xwe re, xwe spart Navenda Arwa Kairouaniya ye.”