Parlementera berê ya Efganistanê: Tekoşînek bi israr divê

Parlementera berê ya Efganîstanê Balqis Roshan diyar kir ku cîhan bi awayek bêdeng li sûcên ku li Efganîstanê li dijî jinan tê kirin temaşe dike û destnîşan kir ku ew ji dîrokê fêrî têkoşînekê bi israr a ji bo gelan bûne.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan – Endama berê ya parlementoya Efganîstanê Balqis Roshan bi tekoşîna dayî hertim li cem gelê Efgan taybetî jî jina bû, di parlementoyê jî bû denge wan. Balqis Roshan bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Jinên Efgan di malê de tê hepskirin’

Balqis Roshan di destpêkê axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Efgan ji mafê yê bingehîn bê par tê hiştin û wiha pê de çû: “Jinên Efgan di bin navê olî de ji ber encama polîtîkayên kut ê mrşandin di malan de tên hepskirin. Ê ku gelê Efgan 20 salan kir qurbanê çek û balafiriên Amerîka û NATO’yê dîsa Talîban bi xwe ye. Em di demek ku di hawîrdoreke nîvê gelê Afganî ji mafê perwerdehiyê, mafê derketina ji malê û mafê xebatê bêpar in pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin.”

‘Cîhan bêdeng temaşe dike’

Balqis Roshan di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Efganistanê sucên kul i hember jinên Efgan tê kirin cîhan hemî bêdeng temaşe dike û wiha axaftina xwe domand: “Mexdûrên rastî yên pêşbazî û nakokiyên di navbera welatên bi hêz ên weke Çîn, Amerîka û Rûsyayê de gelê me ne, bi taybetî jin in.” Balqis Roshan diyar  kir ku ew ji dîrokê hinek dersan girtine û wiha got:

“Kes ji kesî re belaş nade, em hîn bûn ku dîvê maf girtinê de bi israr bin ku were girtin, divê fedakartî hebe û em hîn bûn ku ji bo maf girtinê tekoşînek pir cîdî pêwîst dike. Tundûtijî û zexta li dijî jinê li her welatêk bi şewazek cûda tê meşandin, di welatên Ewrupa û Emarîkayê jî tê dîtin. Lê belê li welatên bingehîn ên weke Efganistan, Îran, Sûriye, Lîbya, Filistîn, Iraq, Pakîstan û yên din olperestî di jiyana jinan de bûye bela sere jinan.”

‘Tekoşîna jin ya li Îranê ji bo me mînak e’

Balqis Roşan bal kişand ku berxwedana jinan li Îranê ji bo jinên Afganî mînakek girîng e û got: “Rejîma moloyan ku îro li Îranê bi sed hezaran mêr û bi taybetî jin kirin qurbanî, ji aliyê DYA’yê ve hate ser desthilatdariyê. Heman rewş li Afganistanê jî derbasdar e."

‘Qurbanê şeran destpêkê jin in’

Balqis Roshan di dawîya axaftina xwe de balkişand ser dîroka Efganîstanê ya tevlîhev û wan peyama da:

“Piştî dagirkeriya Rusyayê mexdûrê herî mezin jin bûn. Piştre axayên şer ên olperest hatin ser desthilatdariyê. Mexdûrên yekem ên şerên wan li Kabulê û li seranserê Afganistanê jin bûn. Kare destpêkê yê Talîbanê çewisandina jinan bû. Piştre DYA û NATO raste rast Efganîstanê dagir kir. Ji bo gelê xwe bixapinin bi dirûşmeyên ‘em ê jinan azad bikin’ hatin Efganîstanê û herî zêde jî jinan qetil kirin."