‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye’

Jinên Kurd û Ereb ên li kantona Şehbayê li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hestên xwe anîn ziman û gotin, “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinan xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kirin û ber bi azadiya xwe ve meşiyan.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana sala 1949'an de li gundê Amara yê Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew ji malbatek belengaz e, zarokatî û ciwantiya xwe li gorî nirxên gund û gelê xwe jiya ye. Bû evîndarê gel û guhertina zihniyet û rêxistinê pêk anî. Jinên kantona Şehbayê piştî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava wan de hat belavkirin bû hêzek ji wan re û rê vekir ku ji zihniyeta mêr-dewletê ya li ser wan hatibû ferzkirin rizgar bibin. Bi saya ramanên wî îro jinên Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Tirkmanan re berê xwe dana qada azadiyê û zincîrên koletiyê qetandin.

Bi hatina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Şehbayê yên ku cih di meclisa navçeya Fafîna kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtine, nêrîn û hestên xwe ji bo vê rojê ji me re anîn ziman.

‘Bi saya Rêber Apo jinên Şehbayê gihîştin mafên xwe’

Endama Meclisa navçeya Fafînê Zehra Kelo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û girîngiya vê rojê ji bo wan wiha anî ziman: "Em wek jinên Şehbayê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û bi hêviya sala li pêş em bi hev re vê rojê pîroz bikin, ji ber ku bi saya Rêber Apo em îro bi azadiya xwe bang dikin bi taybetî jinên Şehbayê di nava adetên civakê de hatibûn xeniqandin. Ew bûye hêza çareseriya pirsgirêkan ji civaka Rojhilata Navîn bi giştî re ye. Ew ji bo me fîlozof û mirovek zana ye. Rêber Apo di zindanê de ye lê fikir û felsefeya wî di nava hemû gelan û cîhanê de belav bûye em jî xebatên xwe li ser wê esasê didin meşandin. Jinên Şehbayê îro ji nava dîwarên malê derketine, cihê xwe di nava saziyan de girtine, ev jî bi saya Rêber Apo bû."

‘Jinan xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kir û ber bi azadiyê ve meşiyan’

Endama komîteya jinan a meclisa navçeya Fafînê Yesmîn Muslêm behsa rewşa jinên Şehbayê berî û piştî naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Em beriya fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikin, civakek bindest bûn, bi taybetî jin hatibûn fetisandin di nava kevneşopiyên civakê de. Her wiha nikaribûn sînorê malê ji ber tirsa zihniyeta mêr-dewletê derbas bikin. Piştî belavbûna fikir û ramanên Rêber Apo jinan xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kir û berê xwe dan riya azadiyê. Em jî bi riya perwerde û semîneran jinên ku hê di nava adetan de hatine xetimandin hişyar û perwerde dikin û riya azadiyê nîşanî wan didin. Bi saya Rêber Apo di kesayeta me de gelek guhertinên erênî çêbûn. Rojbûna Rêber Apo rê li têkoşîna me ya azadiyê vekir."

‘Em ê her sal roja 4’ê Nîsanê bi şahiyên mezin pîroz bikin’

Endama komîteya kar û barên civakî ya ya ji pêkhateya Ereb Mecdûlîn Şêxo jî teqez kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojbûna azadiyê dibîne û got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna azadî û wekheviya gelan e. Jinên Şehbayê piştî fikrên azadiyê nas kirin ji jinên bermalî veguherîn jinên siyasetmedar û hêza çareseriyê di civakê de pêk anîn. Piranî ji jinan serî li hember zihniyeta ku li ser wan dihat ferzkirin, hildan û daketin kolanan li azadiya xwe geriyan. Ev gavên gelek serkeftî û bi nirx in ji bo me. Em ê her sal rojbûna Rêber Apo bi şahiyên mezin pîroz bikin û ji bo azadiya jinan her dem di nava xebatan de bin heta ku bi hev re em xwe bigihîjînin civakek azad û demokratîk.”