Şandeya jinan a Rojava li Başûrê Kurdistanê ye

Şandeyek ya jinên Rojavayê Kurdistanê ku seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di nav de, serdana rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê kirin.

Navenda Nûçeyan – Şandek ji jinên Rojavayê Kurdistanê  ku Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji di navnde ev du roj in li Başûrê Kurdistanê ne,  serdana rêxistinên jinên Başûrê Kurdistan dikin, aramanca vê serdanê  xurtkirina têkiliyên di navbera jinên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ye.

‘Li beramberî jinan metirsiyên cidî hene’

Duh şandeya jinan ya Rojavayê Kurdistanê serdana jinên Tevgera Goran kir û ji aliyê seroka Fraksiyona Goran ya li Parlamentoya herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civînê Îlham Ehmed daxuyaniya çapemeniyê da û got; “Ev civînên ku di navbera jinan de were pêkanîn gelek girîng in. Li ser rewşa jinên Başûrê Kurdistanê me  guftugo kir. Li beramberî jinan metirsiyên mezin hene. Divê hemû jin bi hev re bi awayek cidî li ser vê pirsgirêkê bisekinin.”

‘Divê li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn bilind bibe’

Endama Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdullah axivî û got; “Me di civînê de behsa rewşa jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Divê ji bo azadî û serkeftina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn were bilind kirin.”

Piştî civînê şandeya Rojavayê Kurdistanê bi nûnerên Kongreya Star, endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê serdana qeymeqamtiya Helebceyê kirin. Her du alî li ser girîngiya rêxistinkirina jinan û dewamkirina xebata ji bo azadiya jinan axivîn.

Pişre şandeya Rojavayê Kurdistanê serdana bîrdariya Helebceyê kir. Serdanên şandeya jinan ya Rojavayê Kurdistanê ya rêxistinên jinan û partiyên li Başûrê Kurdistanê wê berdewam bike.