Dilbîrîn Kobanê: YPJ’ê bû hêviya tevahî jinan

Fermandara YPJ'ê ya Herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku YPJ'ê li hemû cîhanê ji bo jinan têdikoşe û got ku armanca wan a sereke kurevîkirina parastina jinê, parastina hebûna xwe û bidestxistina mafên xwe ye.

RONAHÎ NÛDA

Hesekê – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirin. YPJ’ê di 2’ê Nîsana 2013’an de yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê li dar xist û di 4’ê Nîsanê de avakirina xwe ragihand. Beriya ku konferansa YPJ’ê bê pêşxistin û avakirina wê bê ragihandin, xebatên rêxistinî hatin destpêkirin. Li ser vê bingehê yekemîn tabûra YPJ’ê di 13’ê Sibata 2013’an de li Efrîna Cindirêsê hate avakirin. Piştî Tabûra Şehîd Rûken a ku di bin fermandariya Şehîd Rûksên Efrînî de hat avakirin, li herêmên cuda yên Rojava tabûrên YPJ’ê hatin avakirin. Tabûra yekemîn a girêdayî YPJ’ê li Qamişlo Tabûra Şehîd Edalet bû, li Kobanê jî yekem tabûr tabûra Şehîd Dîcle bû.

Gav bi gav avabûna artêşa jin

Şervanên YPJ’ê cihê xwe di nava şerên berxwedanê yên li tevahiya Rojava û bi taybet li Efrînê de li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker, Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê de cih girtin. YPJ’ê di hemû pêngavên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê pêşxistin, hem bi giştî hem jî di asta fermandariyê de pêşengî kir. Bêrîvan Nûcan bi navê kod Bêrîvan Qelender ku di êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra ya di êrişa 28’ê Gulana 2013’an ya li dijî navçeya Şêrewa ya Efrînê de jiyana xwe ji dest da û di heman êrişê de 29’ê Gulanê Tekoşer Mihemmed bi nasnav Silava jiyana xwe ji dest da û bûn yekemîn şehîdên YPJ’ê.

Keda bi hezaran şervanên jin

Şervan û fermandarên YPJ’ê li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de û êrişên dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî ya di Berxwedana Rûmetê de di asta pêşengiyê de cih girtin. YPJ’ê bi fedakarî û keda Silava, Rêvana, Arîn Mîrkan, Awesta Xabur, Barîn Kobanê, Jiyan Tolhildan û bi hezaran şervanan mezin bû û ji bo tevahî jinan bû çavkaniya hêvî û hêzê. 

YPJ'ê bi Paradîgmaya Azadiya Demokratîk-Ekolojîk-Jin û têkoşîna xwe ne tenê parastina fizîkî, hişt ku jin bi ser bikevin û mafên xwe biparêzin. Nêzî 3 sal in şervanên YPJ’ê yên hêviya jinan dibin hedefa SÎHA’yên dewleta Tirk. Lê belê YPJ weke hêza parastina jinê balê dikişîne û mezin dibe.

Fermandara Giştî ya Yekineyên Parastina Jin-YPJ’ê ya Herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê, bi boneya 10’emîn salvegera girîngî û armancên bingehîn ên YPJ’ê me ji ajansa me re parve kir.

‘Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê destpê kir’

Dilbîrîn Kobanê di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girîngiya avakirina YPJ’ê wiha dinirxîne: “Damezrandina YPJ’ê di sala 2013’an de rojek dîrokî û girîng bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêla xwe xist dilê tevahî cîhanê. Weke netewa kurd bi salana zilim û zordariya heyî, nehat tehemûlkirin û ev zehmetî jî hemû di serî de li hember jinê dihat meşandin, loma dema şoreş pêk hat me bi nav kir ku şoreşa jinê ye. Jin karibû bi hêz û îradeyek mezin beşdarbin, heta dayikên temen mezin hebûn ku her digotin em bendê rojek wiha bûn ku em ji bo jinan têkoşînek bimeşînin. Ev şoreş mîna wolkanek teqî ku ne tenê serhildanek bû. Hemû herêmên me bû herêmên têkoşînê. Di dema Rejîma Baasê de tu kurd bi rehetî nedikarî bijî û biaxive. Ev çirûska şoreşê herî zêde di jinê de kelecanek efsanevî avakir û bêqisûr tevlîbû.”

‘YPJ’ê li ser mîrateyek dîrokî hat avakirin’

Dilbîrîn Kobanê destnîşan kir ku YPJ’ê mîrasek wan ên dîrokî heye, loma xwe dispêrin wê dîrokê û wiha domand: “YPJ’ê îro li ser mîras û tecrûbeyên xwe yên dîrokî dimeşe. YPJ’ê di kêliya şoreşê de ava nebû, YPJ’ê li ser berhemên jinên şoreşker ku bi salan şer û têkoşîn dane hate damezrandin. Em tucaran keda Zîlan, Berîtan û Sarayan ji bîra nakin, bi saya têkoşîna wan îro artêşek mîna YPJ’ê ava bû. YPJ’ê wesazî û konferansên ku pêk dianî xwe hîn zêde xurtir kir. Gotinek dîrokê yên kal û dayikên me hene ku digotin ‘Gîha li ser koka xwe şîn dibe’ YPJ’ê jî kokek wê ya saxlem heye ku bûye hêzek cîhanî.”

‘Bi avabûna YPJ’ê re guhertin û veguhertin pêk hatin’

Dilbîrîn Kobanê bandora YPJ’ê li ser cîhanê wiha anî ziman: “Bandora YPJ’ê li ser civaka Rojava, pêkhateyên heyî û cîhanê kir ku bu pêlek û li tevahî derê belav bû. Ev 12 salin li ser vê axê şer didome û YPJ’ê karibû di hemû şeran de rola xwe bileyîz e û pêşengtiya wan şeran bike. YPJ’ê heqîqeta li ber çave ku tevlî dibe û pêşengtiyê dike. YPJ’ê karibû guhertinek di zêhniyetê de çêbike û qaliban bişkîne. YPJ’ê ne tenê di civata kurd de, di hemû pêkhateyan de guhertin û veguhertin çêkir. Bi hezaran keçên ereb, suryan, aşûrî û pêkhateyên din tevlî YPJ’ê bûne û ev yek bandorek li pêkhateyan jî çêkir. Jinên li van deran dijiyan, îqna bûn ku parastina jin heye û xwe bi tenê hîs nakin. Ji lewra YPJ’ê bû hêviya jin û gelan. YPJ’ê weke avekî herikî û tucar nesekînî. YPJ’ê li hember hemû êrîşan mîna mertalê sekinî û vê heqîqetê herkes dît. Hêzek mîna DAIŞ’ê îradeya wan şikênand. Têkoşîna heyî bandor li mêran jî kir û derket holê ku di pergala me de guhetinek hevbeş heye, loma mêr jî karibû zihniyetê xwe bigohêre. YPJ’ê zehmetî û zorahî dîtin, ji ber di her têkoşînê de zehmetî heye, lê dema mirov berhemê wan zehmetiyan dibîne, çiqas zor û zehmetî hebe xuyanî nake, berovajî hezkirinek mezin çêbû.”

‘YPJ’ê rê nîşan dide ku jin xwe biparêzin’

Dilbîrîn Kobanê bal kişand li ser tevlîbûna jinên enternasyonalîs ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û wiha domand: “Gelek jinên enternasyonalîst jî beşdarî şoreşê jinê bûn. Ji wan yek jî Hêlîn Qereçox ji Elmanyayê beşdar bû û li Efrînê şehîd ket. Gelek ji wan hebû ku şer kirin û serkeftin bi dest xistin. Loma derket holê ku YPJ’ê ne tenge û ne tenê ji bo herêmêkî dike, YPJ’ê ji bo tevahî jinan kar û xebat dimeşîn e. Dêriyê YPJ’ê ji herkesî re vekiriye, ji ber YPJ’ê mafdar e û mafê jinan diparêz e. Gelek jin pêwistî dibîne û tevlî YPJ’ê dibe, çima? Ji ber êdî mafê xwe dixwaz e. Têkoşînek mezin a jinan çêbûye û êdî jin dikare pişta xwe bide artêşa xwe. Pêvajoya ku em dijîn, hebûna mirovan jî di xeteriyê de ye, loma divê her jinek parastina xwe bike ku YPJ’ê jî vê rêyî nîşan dide. YPJ’ê tesîrek mezin li cîhanê kir.”

‘YPJ’ê li ser heqîqeta parastina jinê dimeşê’

Dilbîrîn Kobanê pêşengên YPJ’ê bi bîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe: “Gelek fedaiyên mezin ji YPJ’ê derketin ku mînaka wan Rêvana, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn û bi hezaran şehîdên vê têkoşînê ku xwe fedaiya vê gelê kirin. Ew xwe feda kirin ku ev gel bikaribin bi nasname, çand, ziman û hebûna xwe bi rihetî bijîn. Dixwastin qalib û zilma ku bi hezaran salan li hember jinê tê meşandin bişkînin. Gelek fermandarên YPJ’ê bê ku canê xwe bifikirin şer kirin û tu zehmetiyan nasnekirin û hemû jinan hembêz kirin. YPJ’ê li ser heqîqeta parastina mafê jinê dimeşê û xwe wiha jî bi rêxistin dike”

‘YPJ’ê modelek nû ji bo tevahî cîhanê ye’

Dilbîrîn Kobanê da zanîn ku YPJ’ê di sedsala 21’an de modelek nû ye û wiha dom kir: “YPJ’ê li tevahî cîhanê modelek nû ye. pergala niha nikare xwe wiha dewam bike, loma jin divê têkoşîna xwe li hember pergala desthilatdar a ku bi sedsalan tê meşandin xurt bike. Dema pergalek nû bê avakirin bala herkesî dikişîne û meraq dike, loma YPJ’ê modelek nû ji bo tevahî cîhanê ye.”

‘Armanca bingehîn a YPJ’ê yekîtiya jinan e’

Dilbirîn Kobanê armanca YPJ’ê di demên pêş de wiha anî ziman: “Yek jî armanca sereke ya YPJ’ê ewe ku qaliba ku bi hezaran salan tê meşandin bişkîne. Em dixwazin di sedsala 21’an de guhertinan çêbikin da ku jin bibin xwedî vîn. Ger îro jin mafê xwe negerê dê hebûna wê jî nebe. YPJ’ê artêşa jinan tevahî ye û herkes ecêb dimîne ku jin çawa pêşengtî dike ku YPJ’ê ji tevahî cîhanê re îspat kir. Sedsala 21’an sedsalek pir girîng e û gelek alozî hene, li hember wê em wek jin têkoşînek hin berfireh û xurt bimeşînin. Her wiha ji bo me yekîtiya jinan pir girîng e ku yek ji armanca YPJ’ê ye. Em dixwazin tevahî jinên cîhanê xwedî li maf û keda xwe derkevin. Jina ku ked dide em dixwazin bibe ya xwe bi xwe.”