Roja Navnetewî ya Jinên Tûnisê: Rê dirêj e têkoşîn didome

Seroka Komeleya Hareir El Kef Abeer Weslat derbarê roja Navnetewî ya Jinên Tûnisê de axivî û da zanîn ku li gora şoreşê zagon nayên pêkanîn û divê jin têkoşînek hevpar bimeşînin û got: “Rê dirêj e, têkoşîn didome.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Piştî ku Tunûs serxwebûna xwe bi dest xist, qanûna satatuya şexsî hate amadekirin û di 13’ê Tebaxa 1956’an de ket meryetê, jinan di têkoşîna xwe de ev yek weke destkeftiyek giring dibîne, bi navê Roja Navnetewî ya Jinan tê pîrozkirin.  Qanûna statuya şexsî; qedexekirina pir jinî, mafê hevberdana jinan hebe, mafê welayeta ku dide mêran were qedexekirin, madeyên ku giringî didin mafê jinê digre nava xwe. 

Derbarê çarçoveya Roja Navnetewî ya Jinan de seroka Komeleya Hareir El Kef Abeer Weslat axivî û da zanîn ku zagon li gor şoreşê nayên pêkanîn.

Komele armanca dike jinan pêşbixe

Abeer Weslat destnîşan kir ku Komelya Hareir El Kef di sala 2017’an de dest bi xebatên xwe kir û perwerdeyên pişeyî û derbarê mijara mafê jinê de perwerdeyên hişyarkirinê dide jinan û armanc dikin ku jin di aliyê Aborî, polîtîk û civakî de pêşbikevin  û got: “Bi teybet em ji bo jinên li herêmên çolwarî projeyan çêdikin. Jinên li herêmên çolwarî kar nabînin, herî zêde li mal bi karê dayîktî û karê malê ve mijul dibin. Ev jî dibe sedem ku hem pirsgirêkên aborî hem jî pirsgirêkên civakî zêde bibe. Jin xwe kêm dibine, em jî hewil didin vê hişmendiyê bişkênin.”

‘Divê mafê ku bi têkoşînê hatiye bi destxistin were pêkanîn’

Aber Weslat bal kişand ser qanûna statuya şexsî ya ku roja netewî ya jinan derxistî holê û wiha got: “Zagona ku hatiye amadekirin li gora şoreşê ye, lê belê li gora salên berê bi tedirûst nayên pêkanîn. Qanûn nayên pêkanîn û hinek qanûnên kevin ên weke madeya 58’an divê were sererastkirin. Ger ev qanûn were pêkanîn wê tundîtûjî û qetilkirina jinan kêm bibe. Ji bo zagon werin pêkanîn me kampanya dan meşandin. Di van salên dawî de cînayet û tundîtûjî zêde bûye. Divê mafê ku jinan bi têkoşînê bi dest xistiye were pêkanîn.”

‘Rê dirêje têkoşîn berdewam dike’

Abeer Weslat diyarkir ku tenê girêdabûna bi zagonan yan jî li benda pêkanîna zagonan ne rast e û divê jin bi hevre têkoşînê bikin û wiha got: “Bi pîştevaniya jinan em ê bikarin mafê xwe bi dest bixin. Divê em vê mezin bikin, raste jinên Tunûsê bi tena serê xwe serkeftiyên mezin bi dest xistine. Lê belê rê dirêj e têkoşîn berdewam dike. Berpirsyartiya komeleyên jinan dû qat dibe.”