RJAK: Em ê li ser xeta Yusra û Leman têkoşîna xwe bidomînin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) êrîşa duh ya dewleta Tirk a li dijî Endam û Rêveberên Meclîsa Kantona Qamişlo şermezar kir û got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û hewldanên şikandina vîna gelê xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan – Duh balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişlo wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Leman Şiwêş û hemwelatiyê bi navê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) der barê êrişê de daxuyaniyek da û êrişa dewleta tirk ya li dijî Endam û Pêşnegên Kantona Qamişlo şermezar kir.

Di daxuyanî wiha ye:

“Em dubare dikin ku em ê li ser xeta Yusra û Leman têkoşîna gelê xwe ya li dijî dagirkerî û hewldanên şikandina vîna gelê xwe bidomînin. Ev êrişên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin. Êşa ku rêhevalên me kişandî, emê ji bo zindîkirina vîna xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê û tunekirina xeyalên dijmin bikin bingeh. Bê guman rêheval Yusra û Leman gelek jinên xwedî îradeya azad û li dijî xiyanet û dagirkeriyê gel perwerde kirin û rakirin ser xwe ku li pey wan li ser heman xetê têkoşîna wan berdewam bikin. Em carek din qetilkirina jinên şoreşger ku bi carane li cih û welatên cuda cuda ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên pêkanîn şermezar û rûreş dikin.”