Di roja 135’an a erdhejê de cenazeye jinek hat dîtin

Li Antakyayê ku xebatên rakirina xirbeyan hê jî berdevam dike cenazayê jinek hat dîtîin

Navenda Nûçeyan – Di ser erdheja 6’ê Sibatê ya navend Mereşê re 135 roj derbas bûn. Li Hatayê ku yek ji bajarên di erdhejê de zirareke mezin dît, xebatên rakirina xirbeyan hê jî didome.

Xebatên rakirina xirbeyên a li Avahiya Kuncê yên Taxa Kişlasarayê ya li navçeya Hayatê ya Antakyayê dewam dikin. Duh di dema rakirina xirbeyan de cenazeyê jinekê hat dîtin. Cenazeyê jinê rakirin morga nexweşxaneyê.