Kongra Star: Êrîş tirsa ji felsefeya jina azad nîşan dide

Meclîsa Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa dewleta tirk a li dijî Endam û Rêveberên Meclîsa Kantona Qamişlo şermezar kir, bang li jinan kir û got, “Xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.”

Qamişlo - Dewleta tirk îro li ser rêya gundê Beyandorê erebeyek armanc kir û di encamê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yusra Derwîş, cigîra wê Leman Şiwêş û hemwelatiyê bi navê Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şermezar kir û pakrewanan bi bîr anîn. Kongra Star di daxuyaniya xwe de anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li dijî jinan û destkeftiyên Şoreşa Jinê ye, bang li jinan kir û got, “Xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.”

Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye:

“Ev demekî dirêje ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Surî berdewam in û dest ji dijminahiya xwe ya li dijî gelên heremê bernade. Taybet kesên sîvîl dike armanca êrîşên xwe, bê  fereq û cudahî bixe nav de, li ciwan, pîr û kal, jin û zarokan dixe. Em hemû dizanin ku dewleta Tirk dervî însanyetê tev digere û dijminahiya pergala demokrasî û jinê dike. Ev dewleta faşîst a ku para xwe ji mirovahî û demokrasiyê negirtiye,  tahmûl nake ku pergalek demokratîk a di pêşengtiya jinê de li pêş dikeve. Dewleta Tirk a dagirker li şûna pergala demokratîk hêzên tarî yên weke DAIŞ û tevgerên weke wê dixwaze.”

‘Gelê ku xwe ji DAIŞ’ê parast dê xwe ji êrişên dewleta Tirk jî biparêze’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku hemû hêzên navneteweyî bêdengin û wiha hate gotin: “Ev êrîşa îro, rasthatina wê bi civîna Astanayê re ne ji xwe ye. Ev êriş encama hevkariya dewlata Tirk û Rusyayê ye. Cardin piştî hilbijartina zêdebûna êrîşan siyaseta Erdogan e, Erdogan ê sondxwariyê dijminahiya Kurdan, berî hilbijartinê jî soz dabû wê êrîşî Kurdan bike û wê di qirkirina gelê heremê û Kurdan de îsrar bike. Ji bo bighê armanc û xeyalên xwe yên osmaniya nû tişta ji destê wî tê dike. Lê mixabin tevî ev êrîş li ber çavên tevahî cîhanê tên kirin jî lê ne dewletên yekbûyî, ne yekîtiya Ewrûpa, ne koalisyona navdewletî, ne jî saziyên mafê mirovan deng ji xwe dernaxin û bi vê bêdengiya xwe ve jî hevkariya wan dikin. Ev gelê heremê yê ku bi salane xwe li dijî zilm û zordariya terora DAÎŞ’ê parastiye, wê xwe li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkî jî biparêz e.

Dewleta Tirk ji fikra jina azad ditirse

Îro jî danê sibê, dema hevala me Yusra Derwîş a Hevseroka Kantona Qamişlo ya Rêveberiya Xweser bi sê hevalên xwe re diçû ser karê xwe, rastî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker hatin. Mixabin ew, cîgira xwe Lêman Şiwêş û  Firat Tûma şehîd ketin û Hevserokê pêre Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbat û rêhevalên wan re dixwazin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û ji hevalê birîndar re şifayê dixwazin. Taybet jî divê em balê bikşînin ser vê yekê ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker piranî li ser jinan e. Ev jî tirsa wî ya li hemberî fikir û felsefeya jina azad dide diyarkirin.

Ji bo azadiya jinê têkoşiyan

Heval Lêman û Yisra Derwêş her du jî hevalên bi salane  di asta pêşeng û rêveberiyê de ji bo welat û civaka xwe bê hesab xizmet kirine. Ji bo jin bigihên nasnameya xwe ya azad û bi îrade, li ser piyên xwe bisekine, her tim di nava hewildanê de bûn.  Van hevalan di asta civakî,  perwerde û karên akademîk de jî bûne xwedî hewildanekî mezin û mohra xwe li kar û xebatan xistine.

Bi êrîşa li ser van hevalan re jî dijminahiya dewleta Tirk digihêje lûtkeya xwe, berî niha jî sê hevalên me yên jin, li Helincê hatibûn qetilkirin, Zehra Berkel, Zeynep Saroxan, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yadê Eqîde û bi sedan jinên din di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn û ev jî ne ji xwebere. Lê em vê bêjin bi qasî ku ew dijminahiya xeta jina azad dike, em ê jî wekî hevrêyên van şehîdên bi rûmet, heta dawiyê di rêya wan de bimeşin û bibin şopdarê xeta şehîdên xwe.

Banga xwedîderketinê

Em wekî Kongra Star vê êrîşa hovane bi tundî  şermezar dikin û em dibêjin ku em ê heta dawiyê di şopa şehîdên xwe de bin. Bangawazî dikin ku tevahî jin û civak xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.”