RJAK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir

Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) diyar kir ku ji ber erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, dê pîrozbahiya 8’ê Adarê dê bi çalakiyên semîner, serdan û meşan bidomînin.

Silêmanî- Îro li Sekoy azadî ya bajarê Silêmanî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan û Jinên Tevgera Azadiyê civaka Kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan.

Daxuyanî ji aliye endama Tevgera Azadiya civaka Kurdistanê Şehîn Mihemed ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Em 8’ê Adarê roja jinên cîhanê, li hemû jinan pîroz dikin. Ev du sedsal in jinan li hemberî binpêkirina mafan serî hildane. Îro jin nûnertiya xeteke nû ya têkoşîna demokratîk dikin, pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistan û Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê dikin. Heta niha desthilatdariya mêrsalarî jinan diçewîsinin, cihê kêfxweşiyê ye îro jin roj bi roj pêşketinên mezin bi dest dixin. Weke jin her sal plana me ya pîrozbahiyê hebû lê belê îsal ji ber erdhejê me bernemaye xwe veguherand  çalakiyên cuda.”

Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê wiha ye:

2’ê Adarê wê serdana malbatên şehîdan were kirin û qert werin belavkirin.

5’ê Adarê wê Kongra Star li hola Xak semînerek bide.

6’ê Adarê wê serdana jinên karker û xwedî kar were kirin wê kulîlk pêşkêşî wan werin kirin. Her wiha wê di heman rojê de li parka Hewarî Şar ji bo ruhê Jîna Emînî 17 şitil werin çandin û wê 17 mûm jî werin pêxistin.

8’ê Adarê wê meşeke girseyî ji Seholkê destpê bike heta Parka Nalî bidome. 

‘Dê xebat û çalakiyên me bidomin’

Endama Rêxistina Jinên Azadya Kurdistanê (RJAK) Banû Helepçeyî wiha got: “Ez roja 8’ê Adarê li tevahî jinê Kurdistan û bi taybetî ew jinên ku ji bo azadiya gel û xaka xwe têdikoşin pîroz dikim. Em pîrozbahiyê ji bo kareseta erdhejê nakin lê belê emê xebat û çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin.”