301 malbatên koçber ên li kampên Silêmanî wê vegerin navçeyên xwe

Wezîra Koç û Koçberan ya Îraqê Evîn Fayîq ragihand ku yek hezar û 637 koçber wê ji kampên bajarê Silêmanî vegerin navçeyên xwe.

Navenda Nûçeyan – Wezîra Koç û Koçberan ya Îraqê Evîn Fayîq ragihand ku hezar û 637 koçber ku ji 301 malbatan li kampên aştî û navendên bajarê Silêmanî wê vegerin navçeyên xwe yên li pênc bajarên Başûr û Îraqê.

Herwiha Evîn Fayîq destnîşan kir ku hêjmara koçberê  ku wê vegerin ser xaka xwe xelkên herêma Selehedin, Enbar, Diyala, Nînova û Bexdayê ne û her wiha hemahengî li gel hêzên emnî û berpirsê navçeyan ji bo wergitina desturê ji bo wan kirine û wiha got: “Vegerandina koçberan bi temamkirina pabendbûna bi bernameya aramiya malbatan ji bo vegerê ye.”

Di meha bûrî de rêxistina Rîço ya navnetewî di raporekê de bi bîrxist ku piştî pênc salan azadkirina herêmên dagirkirî li Îraqê ji deste çeteyên DAIŞ’ê, heta niha nêzî yek milyon û 200 hezar koçberên Îraqê ku piraniya wan xelkê Nînova, Selehedîn û Diyalane, ji ber pirsgirêkên emnî, aborî û civakî nedikarin vegerin li ser xaka xwe.