'Jinên KESK'ê dê li herêma erdhejê jiyanê ji nû ve ava bikin’

Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê bi gotinên: "Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û bi hêrsa xwe ji nû ve ava bikin” eşkere kirin.

Navenda Nûçeyan- Jinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran a Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya 8'ê Adarê li navenda xwe ya Enqereyê ye eşkere kirin. Jinên kedkarên cemaweriyê diyar kirin ku di 8’ê Adarê de li herêma erdhejê di nava hevgirtinê de bin.

Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher a di daxuyaniyê de axivî, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku ew wek KESK'ê ji kêliya destpêkê ve di nava hevgirtina ku hatiye avakirin de cih digrin.

Done Gevher, anî zima ku xebatên xwe yên li herêma erdhejê berdewam dikin û diyar kir ku hikûmet bi gotina kareseta xwezayî ye ji nedîtî ve tê û sûc davêjê ser xwezayê.

Berpirsyariya xwe avêtin ser xwezayê

Done Gevher bal kişand ser erdhejên ku pêk hatine û wiha got: "Di 6’ê Sibatê û 20’ê Sibatê de erdhejan bandor li 11 bajaran kirin. Ev erdhej dema me amadekariyên 8’ê Adarê dikir çêbûn. Polîtîkayên baviksalarî yên kapîtalîst guh nadin mirov û xwezayê, bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî helwesta desthilatdariya siyasî ya ku berpirsyariya xwe ji nedîtî ve tê û weke karesata xwezayî bi nav dike, hemû berpirsyariyê dixe stûyê xwezayê û bi qederê ve rave dike. Em dibêjin ev tiştên diqewimin encama polîtîkayên kapîtalîzmê yên dijminatiya xweza û mirovahiyê ne."

Done Gevher di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê, helwest û nêzikatiya ku di erdhejê de pêk hatine û fetwayên Serokatiya Karên Diyanetê jî anî ziman û diyar kir ku Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî jî li dijî fetvayan bêdeng maye.

‘Li tu derê ewlehiya jinan nemaye’

Done Gevher di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên ku piştî erdhejê derketine holê û wiha axivî: "Bi erdhejê re bêkarî zêdetir bû, xizanî her ku çû zêde bû, newekheviya di navbera zayendan de bêtir bi pêş ket. Di hemû qadên jiyanê de êdî ewlehiya jinan nemaye û ev tişt jî dê bibe sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan. Li dijî vê yekê divê bêtir têkoşîn û piştevanî bi pêş bikeve."

‘Jin ji nû ve jiyanê ava dikin’

Done Gevher destnîşan kir ku bi minasebata 8'ê Adarê Komên Koordînasyona Jinan a KESK'ê li herêmên erdhejê ji bo jinan xwe bi rêxistin kirine û xebatên taybet dane meşandin. Done da zanîn ku di 2 û 5'ê adarê de li Hatay, Îskenderun, Semsûr, Bazarcix, Narli, Îslahiye û Meletiyê bi jinan re xebat didin meşandin. Done Gevher anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de bi platformên jinan re li dijî polîtîkayên îqtîdarê bi dirûşma 'Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û hêrsê ji nû ve bixemilînin’ dê li qadan bin.