RJAK: Divê jina ciwan a parastina rewa kir tavilê bê berdan

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) destdirêjiya li ser jina ciwan a 17 salî li bajarokê Jarewa ya Pişder bi tûndî şermezar kir û diyarkir ku jina ciwan xwe parastiya û divê demildest were berdan.

Navenda Nûçeyan – Roja 4’ê Gulanê jinek ciwan a 17 salî li navçeya Jarewe ya girêdayî bajarokê Pişder a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku li ber dukana bavê xwe bû, mêrek 35 salî diçe dukanê û hewlda destdirêjiyê lê bike. Lê jina ciwan bi armanca xwe parastinê kêrek li singê mêr dide û birîndar dike. Piştre jî mêr ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest dide û jina ciwan tê girtin û derbarê dosya wê de ti zanyariyek bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê di derbarê bûyera destdirêjiyê de daxuyaniyek nivîskî da û  hewildana destdirêjiyê û binçavkirina jina ciwan bi tûndî şermezar kir. RJAK’ê xwest di zûtirîn dem de jina ciwan were berdan.

‘Demildest divê were berdan’

Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin:

“Tûndiya li beramberî  jinan li seranserî cîhanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi hemû şêwazan zêde bûye. Yek ji wan şêwazên tûndiyê jî destdirêjiya zayendi ye û piraniya caran zarokên keç rûbirûyê van cûrên tûndiyê tên. Bûyera herî dawî di çend rojên borî de rû da ku kesek xwest desdirêjiyê bike ser jina ciwan a temen 17 salî. Lê jina ciwan di çarçoveya xwe parastinê de bêy zanebûn û bi xeletî kesê xwest destdirêjiyê lê bike dikuje. Lê mixabin jina ciwan hatiye girtin. Vê jina ciwan ji neçarî ji bo parastina xwe ev yek kiriye. Ji bona wê wek RJAK em vê hewildana destdirêjiyê û cezakirina jina ciwan şermezar dikîn, daxwaz dikin ku demildest jina ciwan were berdan.”