Dozgeriya Evînê ji bo îfadeyê gazî parêzerên mafên mirovan kir

Hejmarek zêde parêzer û aktîvîstên mafên mirovan ji bo îfadeyê bidin ji aliyê Şaxa 7’emîn a Dozgeriya Evînê ve hatin gazîkirin.

Navenda Nûçeyan- Çend parêzerên mafên mirovan û aktîvîstên mafên mirovan, ji aliyê Şaxa 7’emîn a Dozgeriya Evînê ve bang li wan kirin ku ji bo îfadeyê biçin dozgeriya Evînê.

Nehat zanîn kesên ji bo îfadedayîne bangî wan kirine bi kîjan îdiayê tên sûcdarkirin.

Semîn Cheraghî, Hesen Yunusî, Elî Mojtahedzadeh, Elî Sharifzadeh, Abolfezl Hamzeh û Mihemed Elî Kamfiroûzî jî di nav wan kesan de ne.