'Dê îrade û biryardariya jinan dawî li rejîma AKP-MHP'ê bîne’

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Tûlîn Aydaz balkişand ku jin jiyanek azad û wekhev dixwazin û da zanîn ku dê ev îrade û biryardariya jinan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de jî bibe diyarker û dawî li rejîma AKP-MHP'ê bîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ku gel bi mehan e bi coş û kelecanek mezin li benda wê ye, çend saet man. Di anketên dawî hatin pêkanîn de, eşkere dibe ku tifaqa AKP-MHP'ê deng winda kirine, li herêmê jî bayê Partiya Çepên Kesk dewam dike. Konvoyên Partiya Çepên Keskan ku dê îro li gelek navendan mîtîngên fînalê pêk bîne, veguherî cejnek. Pêşwazî kirina gel a bi eleqe û hêviyek mezin ya namzedên parlamenteran ji balkeş e. Di vê pêvajoyê de Partiya Çepên Kesk a ku li herêmê bênavber xebatên xwe dimeşîne, mal bi mal geriya û xwe gihand bi mîlyonan jinan.

Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Tûlîn Aydaz, got ku dê îqtîdar bi biryardariya jinan a ji bo guhertin û veguhertinê biçe, qala têkoşîn û kelecana jinan a ku di xebatên hilbijartinê de dîtine kir.

'Coşa jinan qet kêm nebû’

Tûlîn Aydaz diyar kir ku bi taybetî jin beşdarî her çalakiya ku di pêvajoya xebatên hilbijartinê de li dar xistine bûne û da zanîn ku dê ev coş di sibeha 14'ê Gulanê de bibin li ser sindoqan. Tûlîn Aydaz diyar kir ku wan bi taybetî di van du mehên dawî de xebatên hilbijartinê yên xurt meşandine, der barê jin û ciwanên tevlî xebatên hilbijartinê bûne de jî ev tiştan got: “Em herî baş di xebatên me yên ev hilbijartinê de dît ku yên ku dê îktîdarê hilweşinae jin û ciwan in. Di xebatên ku me dimeşand de, di hemû deriyên ku vedikir jin bi çavên geş me pêşwazî kirin. Di vê pêvajoya ku tê xwestin jin di malên xwe de bên hepskirin, jinên ku tên xwestin mehkûmî bêkarî û gendeliyê bên kirin jî dema ku der barê guhertinê de tiştekî herî biçûk dibînin jî, gelekî kêfxweş dibin.”

'Dê biryardarî û îrade xwe li ser sindoqan nîşan bide'

Tûlîn Aydaz da zanîn ku jin hêviyên xwe yên guhertin û azadiyê kêliyekê jî winda nakin û diyar kir ku li her deriyê ku çûne bi jinên ku çavên wan dibiriqîne re rû bi rû hatine. Tûlîn Aydaz balkişand ku dê biryardarî û vîna jinan dawî li rejîma AKP-MHP'ê bîne û wiha axivî: "Ev hilbijartin di xaleke ku hem çarenûsa gelê Kurd û hem kî jinan diyar dike de disekne. Jin jî vê yekê baş dizanin. Jinan di karê malê de di her firsendê de daxwazên xwe yên jiyana azad û wekhev anîn ziman. Bendewariyên jinan a di vê mijarê de pir zêde ne. Di vê pêvajoyê de jin ji kîjan partiyê bin, mal bi mal geriyan. me dît ku hilbijêrên AKP'ê jî ji vê yekê rehetsiz bûn. Jinan ji me Partiya Çepên Kesk re gotin, 'Hûn pêşeroja me ne. Ev daxwaza jinan ya jiyanek bimirovî, îro li hemû qadên Tirkiyeyê heye. Polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê, zêdebûna krîza aborî û cînayetên jinan di pêkhatina daxwazên jinan û israra wan a guhertinê de bi bandor dibe.”

'Jin bi biryar in ku vê pergalê biguherin'

Tûlîn Aydaz, da zanîn ku jinên di dema xebatên de axivîne diyar kirin ku herî zêde ji krîza aborî û polîtîkayên şerê taybet rehetsiz dibin û wiha got:“Jin rejîma yek zilamî ya ku li hemû qadên jiyanê hem civakî, aborî û hem jî çandî belav bûye qebûl nakin. Îro jinên herêmê herî zêde gazincên xwe der barê li ser maseya wan xwarin tune de kirin. Mirov êdî ne dikarin karekî peyda dike û ne jî nan bibin malên xwe. Jin jî dixwazin ji vê rewşê re bêjin 'rawest e'. Ji ber vê yekê coşa li qadan evqas zêde ye û mirov evqas bi hêvî ne. Ji ber ku hêz û rêxistinbûna jinê heye. Jin bi vê rêxistinbûnê dê vê pergalê biguherin. Dê vê biryardarbûne di 14’ê Gulanê de li sindoqan nîşan bidin.”

'Jin dê dawî li tecrîdê bînin'

Tûlîn Aydaz da zanîn ku hilbijartin dê bi hêza jinê bi ser bikeve û bang li hemû jinan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Tûlîn Aydaz herî dawî wiha got: “Bêguman li ser sindoqan pêşengên guhertine dê jin bin. Em êdî vê pergala zilkar, zalim û talankar naxwazin. Em dixwazin jiyana xwe, ziman û çanda xwe bijîn. Ev yek ji mafên herî xwezayî yên me jinan e. Polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê, mînaka herî berbiçav a dijminatiya li hemberî jinên Kurd e. Jin dê di 14’ê Gulanê de li dijî van polîtîkayên qirkirin û tunekirinê bersiva xwe bidin. Dîsa yek ji daxwazên herî mezin ên jinan ew bû ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan demil dest bi dawî bibe. Jin baş dizanin ku ev tecrîd bê hiqûqî û bê edaletî ye. Armanc dikin ku bi serkeftina di vê hilbijartinê de bi dest bixin, dawî li tecrîdê jî binin.”