Rihan Loqo: Her ku têkoşîna jinan mezin dibe êrîş dijwartir dibin

Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo qetilkirin, tundî û êrîşên li ser jinan nirxand û got: “Têkoşîna jinan ji hev ne cuda ye, di heman demê de êrîşên heyî jî ji hev ne cuda ne, heman siyaset li ser jinan tê meşandin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Di van deman de li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê rêjeya qetilkirin û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Her ku têkoşîna jinan cîhanî dibe, êrîşên desthilatdar û zihniyeta baviksalarî jî tundiya xwe li ser jinan zêde dike. Li hemberî vê yekê nerazîbûn û çalakiyên jinan li her derê didomin û jin xwedî li nasname û hebûna xwe derdikevin. Têkildarî qetilkirin, tundî û êrîşên li ser jinan Berdevka Kongra Star Rihan Loqo nêrîna xwe anî ziman.

‘Jin bi dengekî banga azadiyê dikin’

Rihan Loqo da zanîn ku ev sedsal, sedsala azadiya jinan e û wiha got: “Wextê ku mirov behsa têkoşîna jinan a cîhanî dikin, dizanin ku ev têkoşîn ji hev ne cuda ye loma sedsala 21’emîn weke Rêber Apo destnîşan kir, sedsala azadiya jinan e û bi pêşengiya wan gelek şoreş çêdibin. Di vê sedsalê de me dît li seranserê Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê de desthilatdar û baviksalarî şerek mezin li hemberî jinan didin meşandin. Ji dîrokê heta roja îro jin ji bo azadiya xwe têkoşînek bêhempa dimeşîne û heta niha didome. Sal bi sal jin gavên mezin davêjin û asta têkoşînê mezin dikin. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna jinên Kurd pêşketinek mezin çêbû, di nava şoreşê de şoreş ava kirin. Asta têkoşîn, berxwedan, zanist û parastinê roj bi roj mezin bû, deng da Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê. Bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen û Ermen bi helwestek û nêrînek têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan mezintir dikin û bi yekitiya jinan rêxistinbûna xwe ava dikin.”

‘Li hemberî têkoşîna jinan êrîş hene’

Rihan Loqo bal kişand ser êrîşên li hemberî jinan û wiha domand: “Her ku asta têkoşîna jinan bilind dibe, êrîşên li ser wan jî zêde dibin. Ji hişmendiya baviksalarî ya ku bi salan e dixwaze şerek mezin li hemberî nasnameya jinan bide meşandin, dixwaze îrade û hebûna jinan ji holê rake û lawaz bike. Di van salên şoreşê de em hîn zêde dibînin ku bi feraseta hakimiyeta malbat, civak, cih û xebat bike derket pêş. Îro jin li hemberî van hişmendiyan xwe, mêr, malbat, zarok û jinan perwerde dikin.”

‘Li Efrînê sûcên mezin tên kirin’

Rihan Loqo kiryarên dewleta tirk li Efrînê li hemberî jinan û malbatan pêk tîne wiha anî ziman: “Heta roja îro jî qetilkirina jinan didome ku ev yek jî ji ber mêjiyê zilam ê desthilatdar e. Her wiha em vê yekê dikarin bi hişmendiya pergala dagirker a dewleta tirk ve girêbidin. Çima? Ji ber heta niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de mîna Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Spî û Serêkanî rojane êrîş û tundî li hemberî jinan tên meşandin. Loma destdirêjî, lêdan, revandin, zewaca di temenê biçûk de, tundî, êrîş û qetlîam li herêmên dagirkirî tê meşandin. Ji bo wê jî ji bo ku hikmê xwe li ser jinan û civakê çêbikin rêbazên wiha pêk tînin û rastiya hişmendiya mêrsalar raber dikin. Bi pergalek sîstematîk dixwazin îradeya jinên azad lawaz bikin û siyaseta binpêkirina jinan derdixin pêş. Di demên dawî de çeteyên dewleta tirk li Efrînê li du zarokên temenê wan di navbera 10-14 salî de êrîşên zayendî kirin. Her wiha zarokek biçûk ji aliyê çeteyan ve hat revandin. Ev êrîş bi rojan e li hemberî jinan û malbatên me yên li Efrînê mane tê kirin.”

‘Bêdengiyek ji bo qanûnên ji bo jin hatine derxistin heye’

Rihan Loqo destnîşan kir ku qanûnek navneteweyî ji bo parastina jinan heye, wextê ku em dibînin ev qanûn tên binpêkirin, li pêşiya tevahî çavên cîhanê, bêdengiyek çêdibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dema bêdengî pêk tê, em dizanin şirîkê dewleta tirk û van binpêkirinan in. Em wek rêxistina jin van tundiyan şermezar dikin û em dibêjin em vê yekê qebûl nakin. Dewleta tirk him dagirkerî pêk aniye, him jî êrîşên xwe li hember jin, zarok û malbat bi sîstematîk didomîne. Em van rastiyan qebûl nakin û çavên xwe nagirin. Roja şoreş pêk hatiye heta niha êrîşên dewleta tirk ranewestiyane. Ji bo ku şoreşa me nebe nimûne ji cîhanê re dewleta tirk hemû êrîşên qirêj li hemberî Kurdan dide meşandin. Dîtin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hemû êrîşan berxwedanek mezin raber dikin, êrîşên xwe li herêmên dagirkirî hîn zêde kirin. Bi siyaseteke pir qirêj tundî û êrîşan li hemberî jin û zarokan didin meşandin. Ji bo ku îradeya jinan bişkînin çi ji destên wan tê dikin.”

‘Dê ev sedsal bi mohra jinan bi ser bikeve’

Rihan Loqo da zanîn ku pergala netewa demokratîk nîşaneya civaka bi rêxistinkirî û pir çandî ye û wiha domand: “Jina ku perwerdeya netewa demokratîk dîtibe û kesayeta xwe ava kiribe tu caran nakeve bin bandora pergala dewleta tirk û çeteyên wê. Em di sedsala 21’ê de ne û di vê sedsalê de jin şoreşan li dar dixin û pêşengî ji civakê re dikin. Îro dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li tevahî cîhanê belav bûye. Dê ev sedsal bi mohra jinan bi şêwazê demokratîk, edalet û wekhev were meşandin. Wê ji dagirkerî, desthilatdarî û pergala baviksalarî re bibêjin na.”

‘Ferzkirin tê wateya tundiyê’

Rihan Loqo destnîşan kir ku êrîşa li hember jinan ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, di asta Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê de tê meşandin û got: “Li tevahî cîhanê em dibînin bi awayekî rojane li hemberî jinan êrîşek heye. Welatên mîna Tûnis, Efganistan, Filistîn, Bakurê Kurdistan û Tirkiye, Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê êrîşên tund li hemberî jinan pêk hatin. Êrîşek mezin li hemberî zanista jin a ku dengek mezin li cîhanê vedide dikin. Dixwazin jinan bixin bin hişmendiyeke ku çawa dixwazin bidin avakirin. Ferzkirin tê wateya tundiyê. Li Bakurê Kurdistanê jina ku banga azadiya xwe dike, em dibînin dixin zindanê û cezayên giran lê dibirin û bê ku kes helwesta xwe nîşan bide. Rê li ber qetilkirina jinan pir hatiye vekirin, çima? Ji ber ku kes dengê xwe li hemberî wê qetîlkirinê nake û vê tiştî weke rewa raber dikin, ev yek jî siyaset e. demên dawî de gelek jin hatin qetîlkirin, sucdar nayê girtin. Li Tunis Efganîstan û Filistin heman tişte jine ku dixwaze ji bo azadiya xwe têbikoş e heman siyasetê tê qetîlkirin û rastî êrîşên cuda tên. Li Efganistanê têkoşîna jinan berdewam dike lê bi siyaseta baviksalarî û bi navê olê, gelek qanûnan li ser jinan pêk tînin. Em van yekan pir xeter dibînin ku dixwazin hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê ava bikin. Têkoşîna jinan ji hev ne cuda ye, di heman demê de êrîşên heyî jî ji hev ne cuda ne, heman siyaset li ser jinan tê meşandin. Asta têkoşînê çiqas bilind dibe, asta êrîşan jî mezin dibe.”

‘Bi têkoşîna jinan dê Rojhilata Navîn a azad bê avakirin’

Rihan Loqo bang li sazî û rêxistinên jinan ên cîhanî kir ku bi yekitiya xwe dawî li desthilatdariyê bînin û wiha bi dawî kir: “Serhildana Jin jiyan azadî, bi pêşengiya jinan dimeşe. Siyaseta ku li ser jinan tê ferzkirin lê jin li hemberî desthilatdarî û hikmê baviksalarî serî hildidin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşînek mezin a jinan heye. Bangawaziya me ji tevahî sazî û rêxistinên jinan re ew e ku bi yekitî, hevgirtin û bi hezkirina jinan em xwedî li jinan derkevin û dawî li pergala desthilatdariyê bînin. Em ê Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi hêza jinan ava bikin. Me têkoşînek mezin da meşandin û em ê bikaribin Rojhilata Navîn û Kurdistanek demokratîk ava bikin.”