Rêxistinên Jinên Kurd: Jin di rêzên pêş ên xwepêşandanên li Îranê de ne

Yekîtiya Jinên Kurd û Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê, bal kişandin ser rola pêşeng a jinan a di xwepêşandanên li Îranê de, diyar kirin ku tevî tedbîrên ewlehiyê yên zêde bûne û bikaranîna hêzê, berxwedana gel didome.

Navenda Nûçeyan- Yekîtiya Jinên Kurd û Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê, derbarê rola pêşeng a jinan a di xwepêşandanên li Îranê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em di ferqa zorî û gefên ku gelê me li herêmên cûda lê rast tên de ne. Jinên ji mafê diyarkirina çarenûsa gel û azadiyê bawer dikin, ji bo parastina rûmeta mirovî û mafê bingehîn di rêza herî pêş de cih digrin. Em destek didin têkoşîna rewa ya gelê xwe û tu hêz nikare dengê azadiyê bêdeng bike. Îradeya gel ji her cûreyê zextê xurttir e.”

‘Rewş bi lez xirab dibe’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa li Îranê ji 28’ê Kanûnê heta niha bi lez xirab bûye, li gelek bajaran xwepêşandan belav bûne. Hate destnîşankirin ku Îran bi taybetî bi çeperê rojava rûbirûyî zextê hundir û derve yên zêde dibin e, li dijî mudaxeleyên ji Emrîka û Îsraîl, hikûmetê tedbîrên ewlehiyê zêde kiriye û ji bo tepesandina xwepêşandanan hêzê bikar tîne. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rayedar xwepêşandanan wek ‘serhildanê’ dinirxînin û banga lezgîn a sekinandina xwepêşandanan dikin.

Jin di çalakiyan de pêşeng in

Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser rola jinan a di xwepêşandanan de, dan zanîn ku li zanîngehan hem di nava kampusê hem jî li kolanan jin bi awayek aktîf beşdar dibin û wiha hat gotin: “Jin di xwepêşandanan de rola navendî dilîzin û diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikin. Di rojên dawî de bi taybetî jinên aktivîst birîndar dibin û tên binçavkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Îranê li herêmên Kurdan çekên giran bikar tînin û ev rewş rê li ber mirin û birîndarbûnan vedike. Herî dawî hate destnîşankirin ku tiştên tên jiyîn li ser gelê li Rojhilat û Rojava bandorek kûr dihêle, gel tevî şertên dijwar, bertekên xwe nîşan didin.