Li Şengalê pêşengên têkoşîna azadiyê hatin bibîr anîn
Li navenda Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 13’emîn salvegera xwe de her sê jinên şoreşger bi semînereke hatin bibîr anîn.
Şengal – Bi boneya 13’emîn salvegera şehadeta her sê şoreşgerên jinên Kurd, Sakîne Cansiz (Sara), Fidan Doxan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclîsa Gel a Şengalê semînerek hate darxistin.
Semîner di şexsê her sê şoreşgeran de ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Semîner ji aliyê Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel hate dest pê kirin.
‘Bi saya têkoşîna Heval Sara û hevalên wê îro jin li her derê li ber xwe didin’
Di destpêka axaftina xwe de Naem Bedel her sê şoreşgerên jin bi mînetdarî bi bîr anî û wiha axivî: “Heval Sara pêşenga têkoşîna jin bû. Her jina ku li pey wê tevlî têkoşînê buye, çavkaniya hêza xwe ji Heval Sara û ji hevalên wê digre. Çi qasî Dewleta Fransayê xwe weke dewleteke “demokratîk” pênase bike jî ew bûye şirîkê Dewleta Tirk.”
Piştî axaftina vekirinê, jinên Şengalî, bi boneya bîranîna her sê cangoriyan mûm pêxistin û semîner ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî hate dayîn.
‘Heval Sara, bingehê Tevgera Azadiya Jin ava kir’
Lava Şengalî di destpêka axaftina xwe de di şexsê her sê şoreşgeran de hemû şehîdên 74 fermanan û têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha axaftina xwe domand: “Heval Sara, bingehê Tevgera Azadiya Jin ava kir û di vê oxirê kedek mezin da.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Lava Şengalî balkişand kesayeta her sê jinên şoreşger û di Têkoşîna Azadiya Jin de rol û mîsyona her sê jinên şoreşger vegot.
‘Armanc, tunekirina îradeya jinan bû’
Di axaftina xwe de Lava Şengalî balkişand komkujiya duyemîn a Parîsê ku şoreşgera mezin Evîn Goyî, Abdurahman Kizil û Mîr Perwer hatibûn qetilkirin û wiha got: “Bi van komkujiyan xuya dibe ku Dewleta Fransa û Dewleta Tirk şirîkên hev in.” Di berdewamiya axaftina xwe de her sê jinên şoreşger Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku ji aliyê dewleta Tirk di 4’ê Çileya 2015’an de li bajarê Şirnex Silopiya yê hatibûn qetilkirin bi bîr anî û armanca hedef girtina şoreşgerên jin ên Kurd wiha anî ziman: “ Armanc îradeya jin ji holê rakirin e.”
Herî dawî Lava Şengalî da diyar kirin ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin û ew ê têkoşîna van şoreşgerên jin bi serkeftinê tacîdar bikin.
Semîner bi dirûşmeyên Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî û Bijî Serok Apo bi dawî bû.