Li Tûnisê zordestiya di nav zarokan de zêde dibe

Malbat û perwerdekarên li Tûnisê, piştî ku xwendekarek pola 8’an hat angaştin xwe kuştiye, diyar kirin ku di nav zarok û ciwanan de zordestiya li hember hevdû zêde bûye û gotin ku pêwîst e malbat jî baldar bin.

ÎXLAS HEMRONΠ

Tûnis- Niştecihên herêma Taleh (Kasrîn) hêj di nava şok û xemgîniyek kûr de ne. Zîneb Kasimî ya xwendekara pola 8’emîn û di qada akademîk de serkeftî bû, hat angaştin ku ji ber zordestiya di hawîrdora dibistanê de, xwe kuştiye.

Zîneb Kasimî, mîna zarokek malbatek xizan, her roj ji herêma Boulhnachê diçû dibistana navîn a Sidi Suhail a li çiyayan. Digel zehmetiyan jî, xeyala xwe ya serkeftinê didomand. Lê belê, rewşa wê ya civakî ya ne mîna hevalên wê bû, ev jî bû mijara tinazên hinek hevalên wê yên polê. Ev yek bû sedema derketina zirarek derûnî ku nikare derbas bike.

Ev bûyer di nava dayîk, perwerdekar û aktîvîstên civaka sivîl ên herêmê de bû sedema xemginiyek mezin û ji bo parastina zarokan û pêşîgirtina bandorên zordestiyê, bangên fêmkirina sedeman hatin kirin.

Sedemên wek devkî, fizîkî, civakî û dîjîtal

Li gorî pispora perwerdehiya civakî Farah Bel-Faleh, bi taybetî li deverên hundirîn bûyerên zordestiyê zêde dibin. Farah diyar kir ku di nava sedemên sereke yên vê yekê de, nebûna binesaziyê, nebûna navendên ciwanan û qadên kêfxweşiyê yên guncaw heye û wiha got: “Ev rewş zarokan ber bi tevgerên neyînî û zordestiyê ve dibe. Nebûna binesaziyê ya di saziyên perwerdehiyê de û nebûna karmendên mamostetiyê yên jêhatî jî dibe sedema belavbûna zordestiyê. Zordestî bi awayên cûrbecûr ên mîna devkî, fîzîkî, civakî û dîjîtal pêk tê. Zordestiya  dîjîtal ji ber çavdêriya qels a malbatan û tenê hiştina zarokan a bi cîhazên elektronîkî re, bi awayekî lez belav dibe.”

Cudahiyên civakî-aborî jî zextê zêde dikin

Farah Bel-Faleh destnîşan kir ku zordestiya devkî li deverên hundirîn cureya herî berbelav e. Farah ragihand ku zarok, cudahiyên biçûk ên di hevalên xwe de hedef digrin û zirarê didin û ev yek jî dibe sedema zirara derûnî û fîzîkî ya giran. Farah anî ziman ku bêaramiya di hawîrdora malbatê de jî faktorek girîng e û wiha got: “Zordestî û bêaramiya di nav malbatê de, dikare bibe sedem ku zarok bi şêwazên xelet balê bikşînin ser xwe. Cudahiyên civakî-aborî jî zextê zêde dikin û tevkarî li belavbûna zordestiyê dikin.”

Çareserî çi ye?

Farah Bel-Faleh, destnîşan kir ku divê saziyên perwerdehiyê li dijî zordestiyê şer bikin û balkişand ser girîngiya kampanyayên hişyariyê yên berdewam a piştî zêdebûna xwekuştinên zarokan. Farah Bel-Faleh, diyar kir divê mijara zordestiyê tenê li benda saziyên ciwanan neyê hiştîn, divê malbat, dibistan û civaka sivîl bi hev re bixebitin. Farah tiştên divê bên kirin wiha vegot: “Divê çareserî perwerde, kampanyayên hişyariya neteweyî, şêwirmendên derûnî, beşdariya malbatê û çavdêriya dîjîtal a bi dem û fînansmana têrkêr bihewîne.

‘Gefa bêdeng a di saziyan de didome’

Safwa Ben Kamel a dayîka hevalek ji pola Zîneb e, destnîşan kir ku zordestî xeteriyek bêdeng û kujer e. Safwa da zanîn ku ev rewş bûye sedema hewldana xwekuştina xwendekarek û êş kişandina malbata wê. Safwa ragihand ku belavbûna zordestiyê bi nebûna lênêrîna civakî û saziyên dewletê ya ji bo zarokan ve girêdayî ye û balkişand ser rola saziyan. Safwa wiha axivî: “Nebûna qadên lîstinê, qadên werzîşê û çalakiyên çandî, zarokan neçar dike bi rêyên cuda enerjiya xwe vala bikin. Divê rayedarên saziyên perwerdê mudaxele bikin, rewşê paşguh nekin û kampanyayên hişyariyê bidin destpêkirin. Zextên rojane û malbatan û pergala perwerdehiyê ji bo zarokan valahiyek girîng diafirîne. Divê malbat piştgirî bidin zarokên xwe, lê haya malbatan ji zarokên wan tuneye.”

Safwa Ben Kamel, destnîşan kir ku divê ji bo parastina zarok û malbatan, pergalên perwerde, dadwerî, civakî û aborî her tim bên pêşxistin. Safwa diyar kir zarokên ku neçar in di hawîrdorên perwerdehiyê yên teng û dijwar de mesafeyên dirêj bimeşin, rastî tundî û xetereyan tên.

‘Xurtkirina pergalên civakî û aborî pir girîng e’

Safwa Ben Kamel, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Tûnis di çareserkirina sedemên bingehîn ên zordestî û baştirkirina hawîrdorên perwerde û civakî de bi dijwariyên cidî re rû bi rû ye û destnîşan kir ger pisporên civakî û derûnî bi hikûmetê re hevkariyê bikin, dikarin him çareseriyên demkî û him jî yên mayînde peyda bikin. Safwa Ben Kamel, got: “Xurtkirina pergalên civakî û aborî di kêmkirina xetereyên ku zarok pê re rû bi rû dimînin de, pir girîng e.”

Malbat û dibistan: Xeta dawî ya parastinê

Parêzvana mafên mirovan Naîma Ghrsallah jî, diyar kir ku zordestî bi awayekî lez zêde dibe û pir caran di nava zarokan de bi awayekî bêhemdî çêdibe. Naîma destnîşan kir ku ev diyarde bi malbat û jîngehê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Pêşîgirtina belavbûna zordestiyê, ji malbatê destpê dike. Divê zarok bi awayekî rast li ser zordestî çi ye, sedem û encamên wê, werin agahdarkirin. Divê mamoste û perwerdekar rû bi rû an jî bi rêya amûrên dîjîtal, bi rêkûpêk li ser vê mijarê agahdariyan bidin. Her wiha telefonên bi aqîl jî pirsgirêkê girantir dikin. Zarok him rastî zordestiyê tên û him jî bêhemdî zordestiyê dikin. Ev bandorek neyînî li ser derûniya wan dike û dikare bibe sedema ramanên xwekuştinê.”

‘Di saziyên perwerdê de hawîrdorek bi ewle divê bê mîsogerkirin’

Naîma Ghrsallah, di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku divê ji bo çareseriyê di saziyên perwerdehiyê de hawîrdorek ewle bê mîsogerkirin û bernameyên bi bandor bi hevkariya civaka sivîl bên bicîhanîn. Naîma got ku ev yek, baweriya zarokan a ji bo xwe zêde dike û wan ji xetereyan diparêze.”

Pêdivî bi çareseriyek hevpar heye

Pisporan, destnîşan kirin ku divê li dijî zordestiyê, malbat, dibistan û civaka sivîl bi hev re bixebitin. Divê hişyariya derûnî û civakî bi zarokan bidin qezenckirin, hawîrdorek bi ewle were peydakirin û di avakirina baweriya bi xwe de piştgirî bê dayîn. Parastina zarokan berpirsiyariya hemû kesî ye û dikare bê paşguhkirin.