Mala Jinê bi jinan re dicive

Rêvebera Mala Jinê Hedla Ebdilwehab destnîşan kir ku zewicandina zarokan û pirjinî li Çiyayê Kizwanan zêde bûye, ji bo pêşî li vê yekê bigirin, dest bi nasandina Zagona Malbatê kirine.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Jinên li Çiyayê Kizwanan dijîn, di navbera hişmendiya kevneşop û pirsgirêkên çandî û dîrokî de, derd dikşînin.

Di serdema dawî de li gundewarên Çiyayê Kizwanan, gelek zarokên keç û kur, tên zewicandin. Di heman demê de zewaca pir jinî jî zêde bûye. Li hember vê diyardeyê Mala Jinê perwerdeyên ji bo jinan zêde kiriye. Vê carê Mala Jinê jinan tenê bi komî perwerde nake, mal bi mal serdana jinan û malbatan dike. Rêvebera Mala Jinê Hedla Ebdilwehab têkildarê vê mijarê ji ajansa me re axivî û derbarê xebatên ku li hember van paşverûtiyan dimeşînin de agahî da.

Pirsgirêkên çandî zextê li sibe biryar û çarenûsa keç û jinan dike

Hedla got ku diyardeya zewaca di zaroktiyê de ya li Çiyayê Kizwanan çêbûye, bi xwe pirsgirêkek civakî, çandî û exlaqî ye û ev zext li ser siberoj, biryar û çarenûsa jiyana keç û jinan dike. Hedla da zanîn ku jin li vir bûne wekî makîneyên anîna zarokan û wiha got: “Ji bilî zewacê tu rê û projeyek din napejirînin. Ji bo ku zarokên keç nebin kevaniyên malan û berpirsyariyên giran li wan neyên barkirin, me got pêwîst e em Zagona Malbatê, xala 29’emîn a pirjiniyê û xala 31’emîn a zewaca zarokan sûc dibînin û cezayên binpêkirina van xalan, bi jin û malbatê re parve bikin.”

Mala Jinê serdana kîjan malbatan dike?

Hedla li ser cûdabûna van perwerde û semîneran a ji yên her carî, ragihand ku ew malên ku keç û xortên wan zû tên zewicandin û malên ku tê de pirjinî çêbûye, hedef digrin û serdana wan dikin. Bi armanca ku keç û xort û jinên mayî jî hişyar bibin. Hedla sedema zêdebûna diyardeya zewaca biçûk û pir jiniyê spart kêmbûna perwerdeyê. Hedla destnîşan kir ku civakek perwerdê ji xwe re wekî av û nan girîng nebîne, wê her projeya zewacê bipejirîne û wiha pê de çû: “Ev jiyana jinan a serbixwe sînordar û dorpêç dike. Malbat keçên xwe hîn di dergûşê de li ser zewacê perwerde û mezin dikin.”

Tunebûna perwerdê dibe sedema erêkirina hişmendiya mêrsalar

Hedla hedefên beşek mezin ji jinên Çiyayê Kizwanan jî ragihand: “Hedefa jinan a di jiyanê de, tenê bûye zewac. Ji ber ku dibistanên navîn û amadeyî û projeyên aborî, spor, civakî tunene, jin xwe neçar dibînin û serî li ber kevneşopî û hişmendiya mêrsalar ditewînin. Gundên wê mezin in û ji hev dûr in, erdîngariya wê ya dûrî bajaran jî, sedema dîtina kêmperwerdê ye.”

Hedla bal kişand ser girîngiya naskirina civakê û bi taybetî jî jin û malbatan a Zagona Malbatê û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Zagona Malbatê dikare bibe rêya pêkanîna edaletê û vekirina rêya ber bi malbatek demokratîk ve. Jinên têgihîştî ku bikaribin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û bizanibin li ku û çawa têbikoşin, ewê bi gotinên ‘xweş’ neyên xapandin.”