Elbîstan: Av û ceyran tune ye, mirov 5 roj in nikarin xew bikin!
Li Elbîstana ku navenda erdheja duyemîn e, gel 5 roj in bi tîbûn û hewaya sar re têdikoşe. Yek ji mexdûrên erdhejê Nurten Gulmez bi vê gotinê 5 roja hat jiyîn kurte kir: "Elbîstan bi rastî jî hat ji bîr kirin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş - Li Elbîstana ku navenda erdheja bi pileya 7,6 pêk hat e, di erdheja ewil de tenê 5 avahî hilweşiyan, di erdheja duyemîn de jî li navçeyê hilweşandinek mezin hat jiyîn.
Xelkên Elbîstanê ku erdheja hat jiyîn bi gotina "Her tiştî hilweşand û çû" şîrove kirin, di bin sermaya pile negatîf 20 de li ber xirabeyan diseknîn. Welatiyên ku demê wan ya girtina şîna windahiyên xwe erdhejê nîne û bi hêviyek li benda dîtina xizmên xwe yên di bin kavilan de ne, ji ber neherîkina avê cenazeyên ku ji bin xirbeyan tên derxistin bêyî bişon, defin dikin.
Di piraniya avahiyên hilweşiyan de hêj xebat nehatin destpêkirin!
Em ji ketina navçeyê şûnde bi peyatî kolanan digerin. Li kolanên ku em pir kêm mirov dibînin, yek avahiyek ku nehilweşiyaye û zirar nebûbe nema ye, dema em ber bi navenda bajêr ve diçin bêhna ku ji xirabeyan belav dibe, carek din rastiya erdhejê li rûyê dixe. Li gelek avahiyên navçeya ku tevî 5 roj derbas bûye jî hêj bi dehan cenaze di bin xirbeyan de ne, hêj xebat jî nehatiye dest pê kirin. Dema em şahidî dikin ku ji dehan avahiyên ku li navenda bajêr ku veguheriyê xirabeyan tenê yek-du avahiyan xebat tê meşandin, bi dehan makîneyên kar ku di xirabeyan de nayên xebitandin û vala tên sekînandin jî, li kolanek din rastî me tê.”
Welatî an li ser xirbeyan an jî li goristanê ne!
Ji bo Elbîstana ku piranî gotin bêqiyafet bimîne, tenê gotina ji Dîlok, Bazarcix û Gumgumê ku me heta îro çavderî kiriye di rewşeke xerabtir de ye bes e. Li navçeya ku ji roja ewil û vir ve tu saziyên dewletê neçûne, beşek mirovan ji bajêr diçin, beşek jî li ber xirbeyan li benda cenazeyên xwe ne. Yên mayî jî kesên winda kirine li goristanê defin dikin. Welatiyên ku li navçeya av naherike heskiriyên xwe bêyî bişon defin dikin, hin cenazeyên ku piştî 5 rojan tên derxistin jî ji ber bêhna zêde bêyî bên kefen kirin, tên definkirin.
Beriya ku cenaze bên girtin, kemçe li xiraban dixin!
Li navçeya ku beriya xebatên xirabeyan bê destpêkirin, xirabe tên rakirin, dimênên ku cenazeyê welatiyekî ku duh danê sibê di kepçeyê de asê me, bi salan dê ji bîra me nayên jêbirin. Dilxwaz û welatiyên ku em vi van re axivîn, diyar kirin ku li navçeya ku xebat di roja 3'emîn de dest pê kiriye de rayedaran gotine, "Piştî 76 saet derbas bû, ji cenazeyan re kemçe lêbidin.” Welatiyên ku tevî hewaya sar û hedîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî di nava xirbeyan de sax tên rizgarkirin, hêvî şîn dikin.
Yek ji mexdûrên erdhekê Nurten Gulmez a piştî erdhejê bi gelek pirsgirêkan re têdikoşe, diyar kir ku mirovan di roja ewil a erdhejê de birçî mane û niha bi nexweşiyên şewbe re rû bi rû tên hiştin û wiha got: “Elbîstan hat ji bîr kirin, mirovan bi zanebûn terkî mirinê hatin kirin.”