Dibe ku li Sûriye 5,3 milyon kes bê mal bimîne

Netewên Yekgirtî (NY) dan zanîn ku ji ber erdhejê li Sûriyê dibe ku 5,3 milyon kes bê mal bimînin.

Navenda Nûçeyan - Piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, li Sûriyê jî rewş girane. Li herêmê cara yekem alikariya Netewên Yekbûyî giha, lê belê ev alîkarî û xebatên lêgerîn û rizgariyê ji timên zêde pêk nayên.

Li Sûriyê hêjamara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 377’an. Komîseriya Bilind ya Koçberan ya Netewên Yekgirtî derbarê mijarê de daxuyanî da û diyarkirin ku ji ber erdhejê li Sûriyê dibe ku 5,3 milyon mirov bê mal bimînin.

NY bal kişand ser alîkariyan

Daxuyaniya ji aliyê nunerê Sûriyê ya Komîseriya Bilind ya Koçberan ya Netewên Yekgirtî Sivanka Dhanapala hat dayin û diyarkir ku li gora texmînan li seranserî Sûriyê hemû kesên ku ji eredhejê bandor bûne pêwîstiya wan bi alîkariyê hene. Sivanka Dhanapala bal lê kişand ku mirovan bi awayekê girseyî ji cih û warên xwe bûne, destnîşan kir ku ajansa NY li gel avakirina cihên giştî lê mayînê ya ji bo van kesan balê dikşîne pêkanîna cilên zivistanê, kon, betaniyên termal ên ji bo mexdûrên erdhejê.

Alîkarî tên asteng kirin

Li gelek cihên ku ji erdhejê bador bûne di bin destê komên redikal yên Îslamî de ne û ew alîkariyên ku ji bo mirovan tên şandin tên astegkirin. Li gora zanyariyan herêm bi deriyek di nava Tirkiye û Sûriyê de heye û di van rojên dawî de tenê dû konvoyên alîkariyê derbas bûne. Isveç û Brezilya jî ji bo kombûna rojeva Sûriyê ya heftiya bê dê Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekgirtî pêk were, bang kir.