‘Rêveberiya Xweser gelan ji siyasetên qirkirinê diparêze’

Jinên Kurd û Ereb bal kişandin ser serhildana 12’ê Adarê û gotin: “Hevgirtina gelan bersiva siyasetên perçekirin û çewsandinê ye.” Jinan anîn ziman ku pergala Rêveberiya Xweser gelan ji siyasetên qirkirin û çewisandinê diparêze.

RONÎDA HACΠ

Hesekê – Di 12’ê Adara 2004’an de tîma Cîhad a Kurdan û Tîma Fitwê ya Dêrazorê li stadyûma bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, maça fotbolê lîstin. Di encam de tîma Fitwê ya ku hazirtiya şerekî kiribû, kevir di nava çekên xwe de veşartibûn û pevçûn qewimî. Piştî wê hezkiriyên tîma Cîhad ji aliyê rejîma Baasê ve rastî gulebaranê hatin serhildan çêbû, bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest dan. Rejîma Baasê siyaseta çewisandin, dûrxistin û înkarê li dijî gelê Kurd dida meşandin û serhildan li dijî vê yekê derket. Jinên pêkhateyên Kurd û Ereb ji ajansa me re li ser bûyerên diqewimin nirxandin kirin.

‘Hilweşandina rejîma Baasê encamê serhildana 12’ê Adarê ye’

Hêvîn Mihemed a ji pêkhateyên Kurd, da zanîn ku zemînê hilweşandina rejîma Baasê bi serhildana 12’ê Adarê û hevgirtina gelan çêbûye û wiha anî ziman: “Em hemû şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi bîr tînin. Rejîma Baasê bi riya vê lîstikê xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de derxe û siyaseta qirkirin û perçekirinê bi riya komployê, li Sûriyeyê pêk bîne lê îro bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bi pergala neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin û yekitiya gelan xurtir bû, li dijî siyasetên qirkirin û perçekirinê bûn bersiv û encama wê jî hilweşandina rejîma Baasê bû.”

Hevgirtin destkeftiyan bi xwe re tîne

Hêvîn Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li Sûriyeya xwedî mozayîk plan û siyasetên perçekirin û şerê naxweyî nayên qebûlkirin, serhildana Qamişloyê jî vê yekê îsbat kir. Îro em dibînin komploya ku di sala 2004’an de xwestin pêk bînin, li peravên Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve berdewam dike. Em vê komkujiyê şermezar dikin û rê nadin careke din tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxin. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevgirtina pêkhateyan bi xwe re destkeftiyan anî. Ji ber wê em dixwazin pergala neteweya demokratîk li tevahî Sûriyeyê were rûniştandin da ku hemû pêkhate ji siyasetên qirkirin û perçekirinê werin parastin.”

‘Pergala Rêveberiya Xweser gelan ji siyasetên qirkirin û çewisandinê biparêze’

Zehra Elî yek ji pêkhateyên Ereb e da zanîn ku sîstema Rêveberiya Xweser çareseriya bingehîn e, rê li ber siyasetên ku tevlihevî û fitneyê armanc dikin digre û wiha domand: “12’ê Adarê rojeke bi êş e, rejîma Sûriyeyê xwest tevliheviyan di navbera Kurd û Ereban de derbixe û siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin. Bi rastî ji bo Sûriyeya ku ewqas pêkhate, mezheb, ol û bawerî tê de hene ev yek nayê qebûlkirin siyasetek ku bi yekreng û yekdengî were meşandin, qirkirina gelan esas digre û xwe li ser tevliheviyan dide meşandin. Ji bo wê em dibînin çareseriya bingehîn ji bo Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e ku mafên netew, ol, bawerî, mezheb û pêkhateyan heye li ser axa xwe bi azadî bijîn. Bûyerên ku li peravên Sûriyeyê ji aiyê HTŞ’ê ve li ser gelê Elewî pêk tên berdewamiya siyasetên qirkirin û perçekirinê ye.”

Zehra Elî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelên Sûriyeyê kir ku hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî siyasetên qirkirin û înkarê ava bikin û asta têkoşînê bilind bikin.