Pêkhateyên Sûriyeyê: Komkujiya li dijî Elewiyan sûcek dijmirovî ye
Pêkhateyên Hesekê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen tekez kirin ku komkujî û kiryarên li ser gelê Elewî, sûcek dijmirovî ye û banga hişyariyê li tevahî gelên Sûriyeyê kirin û gotin: “Li dijî feraseta cîhadîstan asta tekoşînê bilind bikin.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê li ser gelê Elewî, bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê" komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Jinên ji pêkhateyên Hesekê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi riya ajansa me nerazîbûnên xwe nîşan dan.
‘Bêdengî şermeke dîrokî ye’
Gulê Mihemed ku ji pêkhateyên Kurd e, komkujiya li hember gelê Elewî bi tundî şermezar kir û wiha got: “Piştî hilweşandina rêjîma Baasê hêviyên pêkhateyan mezintir bû, ku wê bikaribin di Sûriyeyê bi deng û rengê xwe bijîn. Lê ev çend roj e ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve li bajarên Sûriyeyê ên wekî Lazqiye, Humûs, Tartûs ên ku piranî Elewî lê dijîn, li ser jin, zarok û gelan komkujiyan pêk tînin û nêzikatî û zordariyek hovane ya ji derveyî mirovahiyê tê kirin. Li hemberî wê îro bêdengiyek heye, ji ber ku sîstemên desthilatdar xwe li ser xwînrijandina gelan ava dikin û berjewendiyên xwe pêk tîne. Dem dema tekoşînê ye. Êdî bêdengî şeremek dîrokî ye. Rêxistinên mirovî li kuderê ne? Ka mafê mirovahiyê? Jin, zarok, kal û pîr tên qetilkirin, sûcê wan çiye? Duh komkujî bi serê gelê Ermen, Êzidî, Kurd, Suryan û îro jî bi serê gelê Elewî de pêk tê. Gelo wê sibe kî be? Em wekî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, van komkujiyan qebûl nakin, em dixwazin di Sûriyeyê de bi hev re bi ewlehî û aşîtî bijîn.”
‘Dixwazin krîza Sûriyeyê kûr bikin’
Gulê Mihmed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta demkî îro bi van komkujî û kiryaran krîza Sûriyeyê kûr dike û wiha pê de çû: “Bi van bûyerên ku hatin qewimandin, xuya bû ku HTŞ ferasetek cîhadîst e, temsîla feraseta DAIŞ’ê dike û destê xwe kiriye destê dewleta Tirk, li ser qirkirina gelê Sûriyeyê. Li hemberî planên qirkirinê, banga min ji gelê Sûriyeyê re ye. Destê xwe bidin hev û xwedî li mafên xwe derkevin. Em li hêviya kesî nemînin, emê bi hevgirtina xwe bibin bersiv.”
‘Sûriye ber bi xeteriyek mezin ve diçe ‘
Newal Selûm ku ji pêkhateyên Suryan e, da zanîn ku siyasetên qirkirin û tunekirinê aşkere bûne û wiha got: “Di demeke ku her kes bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî û pîroz dikirin de, li Sûriyeyê jin û zarokên Elewî rastî komkujiyê hatin. Sûriye, bi zengînbûna pêkhateyên xwe tê nasîn, lê ev pêkhate gelek zor û zilmê ji rêjîma Sûriyeyê dît. Di hilweşandina Rêjîma Baasê de hêviyê me yên azadî û demokrasiyê hebûn, mixabin bi komkujiyên ku HTŞ’ê bi serê gelê Elewî pêk tîne, Sûriyeyê ber bi xeteriyek pir mezin ve dibe. Armanca hikûmeta demkî ew e ku, bi rêya derxistina tevliheviyan û şerê navxweyî, gelê Sûriyeyê ber bi qirkirinek ve bibe. Em wekî jinên Suryan, bang li tevahî jinên Sûrî dikin ku bibin yek û li dijî vê feraseta ku ji bo pêşeroja jinan û gelan xeter e, serî rakin.”
‘Tu ol û bawerî komkujiyan qebûl nake’
Necah Hewas ku ji pêkhateyên Ereb e, diyar kir ku di tu ol û baweriyan de komkujî nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha domand: “Em di mehek pîroz de ne. Meha Rojiyê ye. Kiryar û komkujiyên ku HTŞ pêk tîne, li dijî ehlaqê mirovahiyê ye û tu ol û bawerî vê yekê qebûl nake. Îro emê çawa bêjin Sûriyeyek nû an demokratîk û tê de civaka Elewî rastî qirkirinê tê. Serhildana gelan li hemberî rêjîma Baasê çêbû, ji ber ku mafê pêkhateyan dihat xwarin û rastî înkarê dihatin. Em îro tu ferq û cudahî nabînin bi van kiryarên ku li ser Elewiyan pêk tên. Xeteriyek mezin li ser pêşeroja gelê Sûriyeyê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û ji vê pêvajoya hebûn û nebûnê re bibin bersiv.”
‘Senaryoya 1915’an li Sûriyeyê dubare dibe’
Hayistan Kavoriyan jî balkişand li ser komkujiya 1915’an ku bi serê gelê Ermen de pêk hat û îro bi serê gelê Elewiyan dewam dike. Hayistan wiha got: “Gelê Ermen jî rastî komkujiyek hatin, li ser destê Osmaniyan, îro jî em dibînin ku eynî komkujî bi serê gelê Elewî pêk tê. Eger duh Osmanî bû îro hikûmeta demkî pêk tîne, lê siyaset yek e û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jiyana sivîlan dikin hedef. Em dibêjin ku Sûriye bê reng û dengê Elewiyan nayê qebûlkirin. Ji ber ku em hevdû temam dikin û emê bi hebûna me ya hevbeş, Sûriyeke demokratîk û azad ava bikin.”