'Divê Sûriyeya pirrengî û ne navendî bê avakirin'
Delal Bidûr a ku ji herêmên peravê ye û li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, komkujiyên li ser Elewiyan şermezar kir û got divê ku Sûriyeya pirrengî û nenavendî bê avakirin.

ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê", dest bi komkujiyên pêkhateyên Elewiyan hatiye kirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran kesên di nav de jin û zarok hene, hatin qetilkirin. Gundên xelkê hatin şewtandin û milkên wan hatin desteserkirin.
Jina bi navê Delal Bidûr ku ji xelkê herêmên peravê ye û li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne, komkujiyên li ser Elewiyan şermezar kir û got: "Jin û zarok jî bermahiyên rêjîma berê ne?”
'Komkujiyên li Sûriyeyê divê bên rawestandin'
Delal Bidûr di destpêka gotinên xwe de got “Ez serbilind im ku di nava gelê Kurd de bi cîh bûme” û wiha berdewam kir: “Li herêmên Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi mezheb û olên xwe ve dijîn. Tu ferq û cudahî di navbera wan de tuneye. Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji hemû pêkhateyan re vekiriye. Em bi tundî komkujî û êrîşên li ser Elewiyan ên li herêmên peravê, şermezar dikin. Kiryarên ku ji aliyê DAIŞ ve li ser gelê Efrîn û Şengalê pêk hatiye, îro li ser Elewî, Xirîstiyan û Dûrziyên herêmên peravê jî pêk tên. Em naxwazin dagirkeriya Tirk mudexeleyî xaka Sûriyeyê bike. Her wiha daxwaza me ew e ku ev komkujî li peravê û bakurê Sûriyeyê jî rawestin."
'Divê Sûriyeya pirrengî û ne navendî bê avakirin'
Delal Bidûr diyar kir ku rêveberiya demkî heman kiryarên rêjîma Baas a berê dimeşîne û wiha axivî: "Komkujî û kiryarên ku li ser gelê Sûriyeyê ji aliyê rêjîma berê ya Baas ve hatine kirin, îro ji aliyê rêveberiya demkî ve tê berdewamkirin. Bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê" gel di nav de jin û zarok li herêmên peravê tên qetilkirin. Gelo jin û zarok jî bermahiyên rêjîma berê ne? Divê kujerên van sûcan bên darizandin. Her wiha divê pêkhateyên Sûriyeyê bi mezheb û olên xwe serbest û azad bijîn. Divê Sûriyeya pirrengî û ne navendî bê avakirin. Divê bi lez ev komkujî bên rawestandin. Ola Îslamî li dijî qetilkirin û komkujiyan e, lê ev cîhadîst ola Îslamî li gor berjiwendiyên xwe bikar tînin."
'Projeya Netewa Demokratîk nûnertiya gelan dike'
Delal Bidûr bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir ku kiryarên rêjîma berê berdewam nekin û wiha bi dawî kir: "Banga me ji rêveberiya demkî re heye; Bila dev ji kiryarên xwe berdin. Pêkanîna projeya Netewa Demokratîk riya çareseriyê ye, ji ber ku mafê hemû pêkhateyan di nava xwe de diparêze. Projeya Netewa Demokratîk nûnertiya hemû gelan dike. Divê ev proje li tevahiya xaka Sûriyeyê bikeve meriyetê."