Rêveberiya Xweser: Di êrişan de 15 kes jiyana xwe ji dest dan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk ên ji 4’ê mehê ve didome 15 kes jiyana xwe ji dest dane û 1 jê zarok 10 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê.

‘Hedefgirtina çavkaniyê jiyanê sûcê şer in’

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Semer El Ebdullah ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 4`ê Cotmehê de li dijî saziyên jiyanî û xizmetgozariyê ên li herêmê û wiha hate gotin: “Ev şerê tolhildana DAIŞ`ê ye. Şerê dijî hewldanên têkoşîna li beramber terorê ye, şerê xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye. Van êrişên dawîn di aliyên mirovî û xizmetgozarî de bandorek neyînî kir, dorpêça heyî li herêmê girantir kir û rewşa aborî aloztir kir. Li gor benda 7`an a Qanûna Mirovî ya Navneteweyî, li gorî madeyên 48 û 54 yên Protokola Yekemîn a Lihevkirinên Cenêvê (1949), hedefgirtina çavkaniyên jiyanê mîna îstasyonên kehrebe, av, petrolê sûcên şer in.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 êrişên hewayî bi 30 balairên bêmirov û biçek êrişî pêk anîn. Deverên hatine bombebarankirin ev in;

1-Kampa Hesekê û herêmên sivîlan ên li derdorê.

2-Stasyona Himmê ya li Hesekê ku avê dide bajêr û gundewarên wê, stasyona avê ya li gundê Ruguba yê navbera Hesekê û Til Temirê.

3-Bendava Çilaxa.

4-Gundê Til Hebeş ê girêdayî Amûdê, gundên Tewîla û Dirdara yên girêdayî navçeya Til Temir û gundê Til Cuma. Di encamê de hin welatiyên ji pêkhateya Suryan birîndar bûn. Gundên Um El Xêr, gundên rojvayê navçeya Sirînê ya Kobanê jî hatin topbarankirin.

5-Cihên petrolê; Gir Dahol, Al Qews, stasyona Sêgirka. Ew stasyona ji ximzetê derketin. Her wiha stasyona Seîde û Zeraba û zeviyê El Ewda yê li Tirbesiyê hatin bombebarankirin.

6-Stasyona Siwêdiyê ya gazê, stasyona dayîna kehrebeyê ya li bendava rojavayê Hesekê ku herêmên fireh ên Hesekê bi kehrebe dike, stasyona kehrebeyê ya li Qamişloyê, stasyona kehrebê li Tirbespiyê û stasyona avê ya Elokê. Di encamê de zirarên mezin çêbûn û kehrebe li ser stasyona Elokê hate qutkirin.

7-Li Qamişlo û Girbawî cihên avahîsaziyê û rêyên derdora Rimêlanê, herêma Zîwan a Şehbayê, 8 gundên Şêrawa û Şera yên Efrînê, herêma Til Rifet, gundên Eyn Îsa bi çekên doçka hatin topbarankirin. Hemwextê wê jî balafirên bêmirov û biçek deverên li herêma Cizîrê bombebaran kirin. Balafirên şer çiyayên Kezwana bombebaran kirin, her wiha herêmên Dêrik, depoyên Amûdê û Miştenûrê ya Kobanê hatin hedefgirtin.

Saktroên xizmerguzariyê, hin cihên petrolê gelek caran hatin bombebarankirin, ji xizmetê derketin. Her wiha hin nexweşxaneyên COVID-19′an ji bo xizmeta şêniyan dikirin, hatin bombebarankirin.

Weke bîlançoya destpêkê, di encama van êrişan de 15 kes şehîd bûn; ji wan 8 welatiyên sivîl, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanekî QSD′ê ne. Her wiha 10 kes birîndar bûn, ji wan 8 welatiyên sivîl, di nav de zarokek, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn in.

Divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê li hember van kiryarên Tirkiyeyê yên li axa Sûriyeyê helwesteke zelal nîşan bide û bizanibin ku dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê komployan digerîne. Divê di asta nîştimanî û asta derve de helwestên zelal bên nîşandan. Divê civaka navneteweyî, NY, hêzên li dijî terorê şer dikin û hemû aliyên hiqûqî û mirovî hay ji xeteriya vî şerî hebin. Ev êriş rewşa mirovî û jiyanî girantir dikin û rê li koçberî û wêraniyê vedikin. Ev êriş dijberî çareseriyên navneteweyî yên ji bo Sûriyeyê ne, di nav de biryara navneteweyî /2254/ ya sala 2015. Em ê li hember siyasetên qirkirinê karê xwe bidomînin. Em banga yekîtî û hevgirtinê li gelê xwe dikin. Em teqez dikin ku bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk, rêya herî rast ber bi çareserî û îstiqrara li Sûriyeyê ve ye.”