Rêveberiya girtîgehê xwest girtî alîkariyê bi riya AFAD’ê bişînin

Rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê yên bi armanca hevgirtina mexdûrên erdhejê ji bo şandina herêma AFAD’ê pakêtên hevgirtinê amade kirin, rêveberiya girtîgehê zexta şandina pakêtan bi riya AFAD’ê kir.

Enqere- Nûçegihanên Jin Newsê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegihan Bêrîvan Altan û Ceylan Şahînli yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, bi armanca hevgirtina mexdûrên erdhejê re pakêtên hevgirtinê yên di nava wan de malzemeyên hîjyenê yên ji bo jin û zarokan hene amade kirin. Lê rêveberiya girtîgehê ferz kir ku pakêtan bi rêya AFAD’ê bişînin.

‘Me xwest em piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin’

Der barê mijarê de rojnameger Oznur Deger nameyek ji rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol re şand û bal kişand ser rewşa heyî. Oznur Deger, di nameya xwe de bal kişand ser astengkirina pakêtên alîkariyê û got: "Li Tirkiyeyê gel tora piştevanî û alîkariyê ava kir. Me jî xwest em ji herêmên erdhejê re pakêtên alîkariyê amade bikin û piştevaniya mexdûrên erdhejê yên jin bikin. Me alavên paqijiyê ji kantînê girt û me xist nava koliyan. Ji ber ku baweriya me bi AFAD û Kizilayê nayê me xwest em pakêtên xwe bişînin ÎHD'ê û HDP'ê.

Me ji rêveberiya girtîgehê re ragihand lê bersiva neyînî dan. Em baş dizanin ku mafê me yê bingehîn e ku em bi kargoyê koliyan bişînin. Rêveberiya girtîgehê bi israr li me ferz dike ku em pakêtên xwe bişînin AFAD'ê. Lê em vê tiştî qebûl nakin."