REPAK: Em 8’ê Adarê bi rihê azadiyê pêşwazi dikin
REPAK der barê 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ‘Êrîşên desthilata mêr-dewlet li beramberî jinan, tirsa sîstema mêrsalarî nîşan dide.’
Navenda Nûçeyan- Rexistina Peywêndiyên jinên Kurd (REPAK) bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyarkir ku aqlê mêrsalarî û sîstema sermayedar qirkirina Çandî, civakî, siyasî didin meşandin û qûrbaniyên sereke ên vê siyasetê jinin û bal kişand li ser yekitiya jinan û hat gotin ku li Başûrê Kurdistanê ji bo derbazkirina rewşa heyî, yekitî û berxwedanî pêwîste.
REPAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de roja 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir û wiha got: “Di nav şaristaniya kapitalist a vê demi de qirkirinek mezin a çandi, civaki, siyasi, abori li ser cıvakan u jinan tê ferzkırın. Li diji van politikayên qirkirin û metingeriyê berxwedan û têkoşinek mezin hatiye meşandın. Li dijî serdestiya mêr, şer, newekheviya zayendipareziya civakî, zext, tûndi û kedxariyê seranserê dirokê de têkoşîn û berxwedanên bê hempa hatine meşandın. Bi boneya roja jinên kedkar ên cihanê ji Rozayan heta Sakineyan em tevahi jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine û bûne sembola azadiya jinê bi rêzdari birtinin. Bi hêz û baweriya ku me ji wan girtiye vê rojê ji tevahi jinên cihanê re piroz dikin.”
‘Sîstema desthildar ji jinên bi hêz ditirse’
Di berdewamiya daxuyaiyê de bal hat kişandina li ser têkoşîna jinê û wiha dom kir: “Ev Têkoşin ji Avrupa heta Rojhilata Navin, ji Rojhilata Navîn heta Asya, ji latin Amerikayê heta Efriqa li her deverê roj bi roj berfireh u mezin dibe. Qasi mezinbuna pirsa azadiya jinê iro têkoşinek bi heybet a jinan li cihanê deng vedaye. Jin tevahi bendên li pêşiya wan de hatine hûnandin iro yêk bi yêk di hilweşinin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Baş dizanin ev têkoşîn heta hişmendiya mêrsalari têknebe wê ne raweste. Têkoşina azadiya jinan iro ferz dike ku êdi pergala mêrsalarî-serdest were guhertin. Lewra têkoşîn û berxwedana jinan ji bo tevahî mirovahiyê jiyanek azad û demokratik pêkan dike. İro tê ditin ku azadiyê jinê gihiştiye wê astê ku êdi tu hêz nikare pêşiya wê bigre. Li seranserê cihanê têkoşîn û berxedana jinan mina lêhiyekê mezin dibe. Em jin vê 8’ê Adarê bi ruhê azadiyê pêşwazi dikin. Bi idiaya ku wê ev serdem bibe serdema azadiyê jinê emê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikın. Têkoşîna ku em bi vîn û hêza xwe ya rêxistinî ve dimeşinin bûye hêviya mirovahiyê. Zexta pir ali ya ku bi destê mêr-dewlet li ser jinan tê meşandin nişaneya tirsa pergala mêrsalariye. Lê wek jin pêwîste li beramberî hemû curên êrîşên mêrsalari bi bilindkirina têkoşîn û rêxistinê re bergiriya mafên xwe bikin. Bê guman têkoşîn bi rêxistinkirinê pêşvediçe. Çiqas rexistinbûna jinan mezin bibe wê ewqas têkoşîn û berxwedana me ji encamgir û mezintir be. Ji bo vê ji em dibêjin pêwîste ev 8 Adar^ê bibe wesîleya mezinkirina têkoşin û rexistinbûna jinan.”
‘Nebûna yekitiya jinên Kurd zext zêde kirine’
Di daxuyanîyê de hat bi bîrxistin ku rejîma qirker hemû cûrê êrîşan li beramberî jinê didin meşandin û wiha got: “İro pergala mêrsalarî li her deverê cihanê jinê dike meta, tundiya ku li ser jinê tê meşandin rewa dike, çanda tecawizê avadike, ked û hebûna jinê bê nirx dike. Li hemberi vê rastiya bê dad pêwîste têkoşîna jinan em bilind bikin, bi vê emê hemû mafên jinan di nav jiyana civakî de bigihinin asta heri jor. Sîstema mêtinger û zordar ku li ser bingehê kolekirina jinê derketiye holê wê bi tekoşîna azadî û demokrasiyê li ser xeta azadiya jinê rêve diçe ji holê rabe. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe didomînin. Lewra em dibêjin têkoşîna jinê ne tenê têkoşîna azad kirina jinê ye, di heman demê de têkoşina azad kirina civakê ye. Di rewşek wiha de em 113.’emîn 8 Adarê bi çoş û kelecana şoreşa jinê pêşwazî dikin û dibêjin mina 166 sal berê hîna jî sedemên me yên têkoşîn û berxwedanê pir mezin û dijwarin. Ji ber serdestiya pergala mêrsalar êrişên bê navber li ser me jinan dide meşandin. Pêkaninên rejimên faşist û qirker rê didin hemu curê êrîş li ser jinan werin pêkanîn.”
‘Divê em jin têkoşîna bilind bikin’
REPAK di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir ku têkoşînê bilind bikin û wiha got: “Heman rastî li Başurê Kurdistanê jî tên jiyan kirin. Yek ji sedemê ku me nekarî em di mijara azadiya jin de qelsiyên xwe derbaz bikin ewe kû me tifaqa jinên Kurd bi rêkûpêk ne daye hûnandın. Li ser vi esasî îro li Başurê Kurdistanê hemû rewşên neyinî yên ku tên jiyankirin raste rast bandor li ser jinan dikin. Taybet êrişên dagirkeriyê yên li ser Başurê Kurdistanê çêdibin hem ji aliyê erdnigarî hem jî di warê abori, siyasi, çandi û derunî û hwd di hemu deman de jin dibin qurbaniyên van qeyranên heyî. Di iro de sedemê herî bingehîn ya van êrîşên dagirkerî û hemû curê êrişên li ser jinan çêdibin kuştin, destdirêji, tundîtûjî, neçarkirina jinan ya xwe kuştinê, her wiha êriş û teşîrkirina jinên çalakvan, teşwîqkirina zeweca temenê biçûk pir jinî encamê aqliyeta ne demokrat û mêrsalariye. Ji bo binxistina pergala mêrsalarî pêwîste em têkoşina xwe di asta netewî, xwecihî û gerdunî de bilind bikin. Ger em jiyana xwe li her deverê bi berxedanê nedin hûnandin emê nekarin azad bijîn. Ji bo vê yekç bangawaziya me ewe ku li hemû deveran em bi hevre têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Bi formîla efsuni ‘Jin Jiyan Azadi’ re werin em bi hevre cîhanê xweş bikin, azad bikin û dadweriyê mayinde bikin. Bi van hestan re careki di bi coşek mezin em 8 ê Adarê 2023’an peşwazî bikin û eniya tifaq berxwedan û tekoşîna jinan mezin bikin.”