Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk were dê find venemirin

Malbata Şenyaşar di roja 715'emîn a nobeta edaletê de ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find pêxist.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 715’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar ku di saetên sibehê de hat ber edliyeyê, li ber pankarta "Ji bo malbata Şenyaşar edalet", piştgirî dan kampanyaya "Tu jî ji paceya xwe findekê pê bixe' û li cihê nobetê bi vêxistina du findan, dest bi çalakiyê kir.

‘Findek ji bo edaletê findek jî ji bo mexdûrên erdhejê’

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û bi lêv kir ku daxwaza civakê edalet e û ev tişt gotin: “Ji aliyekî ve hinek dixwazin cihekariyê bixin nava civakê ji aliyê din ve jî muxalefet tevî fikrên cuda jî hatine gel hev. Daxwaza civakê, heq, hiqûq û edalet e. Em jî ji bo heq, hiqûq û edaletê 715 roj in li ber edliyeyê ne û daxwaza me jî edalet e. Me jî ji bo derbasbûna vê pêvajoya tarî findek ji bo mexdûrên erdhejê findek jî ji bo pêkhatina edaletê vêxist. Heta edalet pêk were ev find dê li ber edliyeyê vênemirin.”

‘Pêşiya edliyeyê bûye mala wê…’

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayika ku mala wê xera bûye, mala wê li ber edliyeyê ye! Di roja 715'emîn de ji bo ronîkirina tariyê 2 find hatin pêxistin. Findek ji bo bîranîna 10 parêzgehên di erdhejê de mexdûr bûne, findek jî ji bo malbata xwe pêxist. Heta edalet pêk were ev find dê li ber edliyeyê vênemirin! #birmumyak.”